Li Îzmirê bi îdiaya ku piştgiriya fînansî didin "Rêxistina Dewletê ya Paralel" li weqfekê û zanîngeh û nexweşxaneyeke taybet a girêdayî weqfê lêgerîn dan destpêkirin.
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Sûcên Malî re ya Midûriya Ewlehiyê ya Îzmirê bi biryara dadgehê li Weqfa Bijîşkên Tirk (TUTAV) û li Zanîngeha Şîfayê û Nexweşxaneya Şîfayê ya ku damezrînerê wan weqf e, lêgerîn da destpêkirin.
Ekîbên polêsan berdestê sibê hatin 4 avahiyên li cihên cuda yên ku zanîngeh, nexweşxane û weqf wir in. Xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Hat ragihandin ku lêgerîn li ser îdiaya weqf, zanîngeh û nexweşxane di ewraqan de sextekariyê dikin û ji aliyê finansê ve piştgirî didin Rêxistina Dewletê ya Paralel dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku di merhaleya ewil de biryara binçevkirinê tune, bi taybetî ji bo ku di xizmetên tenduristiyê yên nexweşxaneyê de pirsgirêk dernekevin hesas tevdigerin.