Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Digotin kurdên ji Kobanêyê tên dê neyên qebûlkirin û gelek provakasyon dihatin kirin, lê me di nav 18 saetan de 70 hezar mirovên ji Kobanêyê qebûl kir."
Kurtulmuş li Batmanê axivî û got ku li Tirkiye û herêmê rewşeke zehmet heye û destnîşan kir ku ev rewş ne bi tenê li vir e. Kurtulmuş got ku ev di hemû dinyayê de wisa ye û bûyerên mezin, qeyranên aboriyê û siyasî her derê çêdibin.
Kurtulmuş wiha axivî: "Em di aveke kûr de avjeniyê dikin, me sedî 70 bi avjeniyê derbas kir. Lê para herî zor hê maye, înşallah em ê wê jî biqedînin. Pêvajoya çareseriyê înşallah dê bi serkeftinê ve dê dawî bibe û em ê li ser vê axê di nav aştî û biratiyê de bijîn. Ew roj ne pir dûr in."
Kurtulmuş bal kişande êrîşên DÎŞIyê yên li Sûriye û Iraqê û bi bîr anî ku di nav 3 rojan de 36 hezar êzdî derbasî Tirkiyeyê bûn.