ADANA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, beşdarî civîna Meclisa Bajêr ya Edeneyê ya AK Parityê bû û li vir axivî. Akdogan derbarê 3 leşkerên ku li Yuksekovayê şehid bûn de got: "Ev bêbextiyek mezin e û tirsonekî ye. Diçin gule berê serê însanên ku di destê wan de çek tuneye didin, ev bêbextî û tirsonekiya herî mezin e."
Akdogan wiha pê de çû:
"Ez vê têgihiştinê bi tundî lanet dikim. Ya ku ji vê şidetê tê fêm kirin ew e ku hin alî ji pêvajoya çareseriyê ditirsin. Rêxistin bûye panîkatak. Dibînin ku hikûmet bi rêkûpêk pêvajoyê birêve dibe û dê bigihîje encamê aciz dibin. Ji ber vê yekê provokatoran dest bi çalakiyan kir. Dixwazin lîstikê xirab bikin. Lê bila baş bê zanîn ku em ê him ji wan provokatoran him jî ji wan kesên ku civanan derdixin kuçeyan û bûyeran derdixin hesabê bipirsin. Dê dewlet hesabê vê ji wan bipirse. Dê hesabê 3 leşkerên ku kuştin bê pirsîn. Kes nikare bi hinceta ku pêvajoya çareseriyê tê birêvebirin hizûra kamuyê xirab bike. Em di vê mijarê de tavîz nadin tu kesî. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê berdewam dike em ê li hemberî van bûyeran bê deng nemînin."
Di civînê de Parlementerê AK Partiyê yê Edeneyê Necdet Unuvar û Serokbajarê AK Partiyê Fîkret Yenî jî axivîn. Herwiha Parlementerên AK Partiyê yên Edeneyê Mehmet Şukru Erdînç, Fatoş Gurkan û partiyî beşdarî civînê bûn.