SILÊMANÎ
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Kobanê û peywendiyên Tirkiye û HKIyê de daxuyanî da. Barzanî got ku alîkariya çek û cebilxanê dan Kobanê.
Barzanî got: "Kobanê 200 kîlomêtro dûrî Herêma Kurdistanê ye. Ji ber sedemên cografîk ên herêmê, em nikarin hêzan bişînin wê derê. Yekemîn em ji bo Kobanê bi hêzên koalîsyonê re bûn yek û em bi hev du re tevgeriyan û ji hewayê ve êrîş birin ser herêmê. Ya duyemîn alîkariya însanî hat kirin û ya sêyem jî çek û cebilxane sewqî herêmê hatin kirin."
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî digel lijneya bal xwe, Silêmaniya bajarê HKIyê ziyaret kir û li vir bi endamên polîtburoyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re hat bal hev.
Di navbera her du partiyan de civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û di civînê de "Peymana Stratejîk" a di navbera KDP û YNKyê de ya di 2006an de hatibû îmzekirin sekinîn û rewşa Iraqê ya dawîn nirxandin.
Piştî hevdîtina erkdarên her du partiyan civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokwezîr Barzanî û endamê Polîtburoyê yê YNKyê Mela Bextiyar daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Barzanî û Bextiyar der barê hevdîtina di navbera KDP û YNKyê hat kirin de, agahî dan.
Bextiyar di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku "Peymana Stratejîk" a di navbera KDP û YNKyê de di 2006an de hatibû îmzekirin dê berdewam bike û derbarê hevdîtinê de wiha got:
"Hevdîtina me hevdîtineke erênî bû. Ji bo xurttir kirina têkiliyên di navbera her du partiyan de, me biryar da ku di serokatiya birêz Barzanî de ji her du partiyan komîsyonek bê ava kirin. Peymana me ya sitratejîk a bi KDPyê re berdewam dike û dê berdewam jî bike. Her du alî jî heta niha girêdayî peymanê bûn, li gor peymanê tevgeriyan û dê ji niha pê ve jî wiha be. Me biryar da ku em ji bo parastina berjewendiyên xwe yên hevpar, peymanê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin."
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî jî got ku têkiliya KDP û YNKyê ji bo herêmê pir girîng e û derbarê mijarê de wiha got:
"Bi rastî têkiliya di navbera me de ji bo gel zehf girîng e. Berê jî di navbera partiyan de peyman hatibûn îmzekirin û bi saya van peymanan him her du aliyan him jî gelê Kurdistanê qezenc kir. Ji bo parastina mafên gel û doza xwe em mecbûrin ku him bi YNK him jî bi partiyên kurdan yên din re têkiliyên xwe xurt bikin. Ji bo vê yekê divê em ji bo hemû mijaran li ser maseyê bi hev du re rûnên û li ser mijaran biaxifin. Herwiha peywendiyên her du partiyan girîng in."
Piştî daxuyaniya kurt ya Barzanî û Bextiyar rojnamegeran ji wan derbarê rojevê de pirs pirsîn.
Barzanî li ser pirsa "we alîkariyek çawa da Kobanê" got:
"Pirsgirêka Kobanê, partiyên siyasî yên HKIyê û hikûmet û serokatiyê eleqeder dike. Ez dikarin vê ji dil û can bibêjim ku di vê mijarê de çi ji destê me hat me kir. Wek hikûmeta kurdistanê çi ket ser milên me, me bi cih anî. Me li gor derfetên xwe alîkarî da. Ez dixwazim balê bikşînim ser vê pirsê: Divê em hemû li gor rastbîniyê nêzikî mijara Kobanê bibin. Kobanê 200 kîlomêtro dûrî Herêma Kurdistanê ye. Ji ber sedemên cografîk ên herêmê, em nikarin hêzan bişînin wê derê. Lê me digel hêzên koalîsyon û DYAyê alîkarî da Kobanê."
Barzanî li ser pirsa têkilêyê di navbera HKIyê û Tirkiyeyê de wiha got:
"Di navbera min û Tirkiyeyê de têkiliyeke şexsî tuneye û ez karmendê hikûmeta wê jî nînim. Em bi welatên din re li ser navê hikûmeta Kurdistanê dikevin têkiliyan. Di seranserê salê de me ji bo ku em têkiliyên HKIyê, Tirkiye û Îranê baştir bikin dixebitîn. Em alîgirê anarşî û alozoyê nînin û em ê siyaseta xwe bidomînin."