Türkan Tosun
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
NÎGDE
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Me ji bo Qendîl û Sîncarê jî operasyon da destpêkirin. Bi 20 balafirên xwe va me 14 cihên girîng xist. Lêxistin û vegeriyan, wê dewam bike."
Erdogan: "Bay Kemal çi ji me ra got? 'Nekevin Efrînê'. Bay Muharem çi got? 'Çi karê we li Efrînê heye?' Bi we ra ev welat nayê birêvabirin."
Erdogan: "Terorîst dikevin kîjan şikeftê bira bikevinê, çi zû çi dereng, miheqeq me hesabê xwîna şehîdan ji terorîstan pirs kir û em pirs dikin. Heta niha bi tenê li Efrînê em derketin ser 4 hezar û 500î."
Erdogan: "Çawa ku me Efrîn, Cerablus, El Bab û Ezaz ji qatilan paqij kir, em ê dehla terorê ya li Qendîlê jî bi îzna Xwedê ziha bikin."
Erdogan: "Bay Kemal, tu pêşiyê here û wateya têgeha mezinbûnê hîn bibe, ji ekonomîstan pirsyar bike. Ka ev mezinbûn çi ye? Dibêje 'Ev ya rantê ye'. Ev tişta ku jê ra mezinbûn tê gotin, wê beşê ku tu dibêjî rantiye jî eleqedar dike, lêbelê ma karker û xebatkarê wê jî tune, wekî dewlet ma karmendê min jî tune, ma tesîrê li van jî nake?"
Erdogan: "Bay Muharremê ku îro li hemberî fermandarê ku hêrsa wî anî evçend ji hedê xwe derdikeve, bê ka Xwedê nekirî wê li hemberî yên teqawid, cotkar, karmend, pîşesaz û esnafê ku hêrsa wî bînin, çi bike? Yekî ku hê di pêvajoya namzediyê da wekî doktatorekî tevbigere, gelo li ser qoltix rûnê wê çi bike? Ev zat hem pir muhteris e hem jî kêmasiyên wî hene."