ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû bû mêvanê Maseya Edîtorên AAyê.
Muezzînoglû, di civîna Maseya Edîtorên AAyê de, rojeva tenduristiyê ya Tirkiyeyê nirxand.
Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglû, der barê zagona torbe û xizmetdayina tenduristiyê ya bêrûxsat de, cezayê hepsê wiha nirxand. "Me ev zagon û verastkirin berî bûyerên parka geziyê amede kiribû, lê heke me berî bûyeran amade nekira jî me yê piştî bûyeran bikira. Lewra bûyerên parka Geziyê nîşan da ku hewcedariya me bi verastkirin û zagonên wiha heye. Tiştekî ku em veşêrin tuneye. Lewra em bi van zagonan xizmeta gel dikin."
Muezzînoglû, der barê ber û berhemên ku ji gihayan çêdikin û li ser înternetê difroşin de got ku ji bo van ji Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê rûxsat tê sitandin û wiha dewam kir: "Heke zêdeyî endîkasyonê nasandin û reklamê bikin, dê 5 qatê cîroya xwe ya salekê ceza bidin."