06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beriya ziyareta xwe ya seba Helsinkiya paytexta Fînlandinyayê li Balafirgeha Esenbogayê civîna çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu seba gotinên Kemal Kiliçdaroglu ên der heqê Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Sema Ramazanogluyê da wiha xeberda, "Esasê jiyana siyasî edeb e, nezaket e û baldariya uslûbê ye. Îro birêz Kiliçdaroglu du xetayên mezin kirin. Yek, Wezîra me ya Polîtîkayên Malbat û Civakî ku xanimefendiyeke pir hêja ye. Bi nezaket û zerafeta xwe teqdîra herkesî qazanc kiriye. Gotinên wî yên der heqê wê da ku ne li tu siyasetmedarî, ne li lîderê partiya muxalefeta sereke û ne jî li mirovekî tê, got. Bi tu awayî ev nayê îzahkirin û mazûr nayê dîtin. Der heqê vê da min jî daxuyaniya hewce belav kir. Ji xeynî vê li ser vê xetayê israr kir û daxuyaniyeke duyemîn jî belav kir, ev jî xetayeke mezintir e. Heger lêborînek bixwasta, dê ne xetaya xwe ya berê telafî bikira, lêbelê dê derketa holê ku hişê wî heye û dikare xetaya xwe ferq bike."
"Meriv wekî merivan bersivê dide kesê ku meriv be"
Serokwezîr Davutoglu wiha dewam kir, "Kiliçdaroglu xîtabî min kir û got 'Serokwezîr bira wekî merivan bersivê bide min'. Ez jî dibêjimê 'Meriv wekî merivan bersivê dide kesê ku meriv be.' Piştî vê axaftina wî, ez wî ji qismê mirovan jî nahesibînim. Ez seba wî gotina mirovê reşenivîs jî zahf dibînim."
Davutoglu diyar kir ku ew şermezarkirin û lanetxwendinê kêm dibîne û wiha pê da çû, "Wî bi vê îfadeya xwe da nîşan ku meriv nîne, însan nîne. Israra wî ya li ser vê îfadeyê, xetayeke mezintir e.
Heger lêborînek bixwasta, dê ne xetaya xwe ya berê telafî bikira, lêbelê dê derketa holê ku hişê wî heye û dikare xetaya xwe ferq bike. Bi ya ewil bêedebî kir, bi ya duduyan va jî bêhiştî kir."