06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê digel muxtarên ku ji bajarên weke Enqere, Mêrdîn, Sêwas, Burdur, Giresun, Yozgat, Konya, Erzincan, Batman, Kirşehir, Osmaniye, Zonguldak, Îzmir, Sakarya, Şanliurfa û Mersinê hatibûn civiya.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe behsa gotinên Kiliçdaroglu yên der barê Wezîrê Malbat û Polîtikayên Civakî Sema Ramazanoglu kir û wiha got, "Mixalefeta sereke ya dixwaze di ser jirêderketiyê cinsî ra siyasetê bike ku nuha di girtîgehê da ye û hesabê kiryarên xwe dide. Ew li aliyekî gelo emê çi bikin ji van jirêderketiyên siyasî? Emê van bikin mehkûmê tunebûnê. Evna wesfê xerabî, kerihî û bêexlaqiyê digirin ser xwe. Her gotinên ku ji bo vî kesî bê gotin, îsraf e, fizûlî ye, her wekî wî bi xwe ne lazim e. Ev kes rûreşê partiya xwe ye."
Erdogan her wiha got, "Kesên wisa zen dikin ku ew yekîtî û bihevrabûna milletê me dike hedef û me dixin tengasiyê, bila carekê jî li binê axa bin piyê xwe jî binhêrin. Wê tê da gelek xafilan bibînin ku bi heman niyetê hereket dikirin, lê her carê têk diçûn. Ala me rengê xwe ji xwîna şehîdên me hildide. Kesên difikirin ku paçikên xwe li şûna ala me biçikînin, ew bes dikarin wan wek kefenê xwe bi kar bînin."
Serokomar bal kişand ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê û got, "Li Sûriyeyê hejmara kesên ku bi çekên konvansiyonel hatine kuştin gihêştiye 500 hezarî. Çekên ku hatine emilandin, heger di encamê da kuştin çêbûbe, ha kîmyewî ha konvansiyonel çi ferq dike? Ma hewce nake em vî zalimî sewqî Dîwana Edaletê ya Laheyê bikin? Divê sewqî wir bikin û bedelê wê çi ye bide. Ev zilam li dinyayê destê xwe li ba dike û digere. Helbet tenê diçe Rûsyayê û ev jî meseleyeke din e. Lê nûnerên wî heta Neteweyên Yekbûyî diçin û li wan deran tên guhdarîkirin."