Abdullah Tel,Haydar Şahin
30 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di sala 2020î da digel şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) him bi bernameyên rû bi rû û him jî bi yên ser weşanan hatin kirin da salek têr û tijî li pey xwe hişt.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir Serokomar Erdogan di çarçoveya têkiliyên curbecur da îsal 13 caran derket dervayî welêt û du caran çû Azerbeycan û Qeterê.
Di serdanên xwe yên dervayî welêt da Serokomar ewilî di 19ê Rêbendanê da ji bo beşdarî lutkeya der barê Lîbyayê da dihat kirin bibe li ser vexwendina Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê çû Almanyayê. Di 26-27-28ê Rêbendanê da jî Serokomar Erdogan çû Cezayir, Gambiya û Senegalê. Erdogan di 3ê Sibatê da çû Ukraynayê û di 13ê Sibatê da jî çû Pakistanê û di 25ê Sibatê da jî çû Azerbeycanê.
Di çarçoveya ziyareta xebatê da jî Serokomar Erdogan di 5ê Adarê da çû Rûsyayê û di 9ê Adarê da jî li ser vexwendina Charles Michel ê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê çû Brukselê. Piştî vê serdanê ji ber ku li rûyê dinyê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn Serokomar Erdogan serdeanên xwe yên derveyê welêt dan sekinandin. Serokomar Erdogan di 2yê Tîrmehê da çû Qeterê û sê meh piştî wê serdanê jî ji bo ziyareteke rojane di 7ê Cotmehê da çû Kuweyt û Qeterê.
- Ziyaretên dîrokî
Serokomar Erdogan di 15ê Mijdarê da ji bo serdaneke dîrokî çû Komara Tirk a Qibrîsa Bakur û beşdarî Merasima Cejna Komarê ya 15ê Mijdarê ya li Lefkoşayê hat kirin bû. Serokomar Erdogan tevlî Serokomarê nu yê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar va çûn serdana herêma Maraşa Girtî ya 46 sal bû girtî ye û bi biryara hat dayîn va wê beş bi beş bê vekirin. Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî di wê ziyaretê da hevaltiya Serokomar Erdogan kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta dawîn a salê çû Azerbeycanê. Serokomar Erdogan li ser daweta Îlham Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê di 9-10ê berfanbarê da bi ziyareta fermî çû Azerbeycanê, beşdarî Merasima Derbasbûnê ya Serfiraziyê ya li Meydana Azadiyê ji bo ji dagiriya Ermenistanê xilaskirina erd hat lidarxistin bû.
- Mêvanên hatin welêt
Serokomar Erdogan ji hin mêvanên xwe ra li Tirkiyeyê mazûvanî kir. Di vê çarçoveyê da Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê û Aleksandar Vuçiçê Serokomarê Sirbistanê ji bo beşdarî Merasima Vekirina Projeya TurkAkimê bibin di 8ê rêbendanê da hatin Tirkiyeyê. Herdu serok beşdarî xwarina Serokomar Erdogan ji bo rûmetê da bûn. Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê bi herdu serokan ra hevdîtina rûbirû kir.
Şevket Mirziyoyevê Serokomarê Uzbekistanê jî ji bo beşdarî civîna Konseya Hevkariya Sitratejîk a Tirkiye-Ozbekistanê bibe di 19-20ê sibata 2020î da hat ziyareta Tirkiyeyê.
Vladimir Zelenskiyyê Serokê Ukraynayê di 16ê cotmehê da hat ziyareta Tirkiyeyê, Ersin Tatarê Serokomarê KKTCyê jî di 26ê cotmehê da ji bo ziyareta fermî ya dervayê welêt a ewil wekî mêvanê Serokomar Erdogan hat Tirkiyeyê.
Şêx Temîm bîn Hemad Al Saniyê Mîrê Qeterê jî ji bo bi Serokomar Erdogan ra ji Civîna 6an a Komîteya Stratejîk a Tirkiye-Qeterê ra seroktiyê bike di 26ê cotmehê da hat Tirkiyeyê.
- Ziyaretên nav welêt
Erdogan di nav welêt da jî xêncî Stenbol û Enqereyê 16 bajar 19 caran ziyaret kir, beşdarî gelek bernameyên onlîne bû. Erdogan îsal ji bo ziyareta ewil a salê di 12ê sibatê da çû Qehremanmaraşê, di 22yê sibatê da Îzmir ziyaret kir. Serokomar Erdogan di tîrmehê da Bursa, di tebaxê da Kocaelî, Rîze, Bidlîs, Mûş û Gîresun ziyaret kir.
Erdogan di îlonê da Gazîentab, di cotmehê da Qonya, Şirnex, Qeyserî, Meletiye, Wan û Îzmir ziyaret kir.
Serokomar Erdogan di mijdarê da Samsun, Qehremanmaraş, Kocaelî ziyaret kir û ji bo ziyareta dawîn a salê jî di 13ê mijdarê da Tekirdax ziyaret kir.