Li malpera înternetê ya ya fermî ya Serokatiya HKIyê der barê hevdîtina Barzanî û Allavî de daxuyaniya nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li ser rûdanên siyasî yên herêmê, ewlehiya Iraqê û hilbijartinên parlementoyê sekinîn.
Li gor daxuyaniyê herdu aliyan jî gotine ku encamên hilbijartinê dê di paşerojê de nexşeya siyasî ya Iraqê biguherîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Barzanî û Allavî ji gelek aliyan ve li ser qeyranên siyasî yên Iraqê sekinîn. Li gor herdu pêşengan encamên hilbijartina parlementoyê ji bo gelê Iraqê û aliyên siyasî bû sedema firsendeke pir baş. Herdu pêşeng ji bo ku pêvajoya siyasî ya Iraqê çareser bibe û rageşî biqede, divê ji bo paşerojê xebat bên kirin."