CANNES
Lîstikvan Harrîson Ford, Antonîo Banderas, Sylvester Stallone û Mel Gîbson, di destê wan de kaxizeke li ser "keçikên me yên nîjerî paş ve bînin" nivîsandî ve beşdarî Mîhricana Sînemayê ya 67emîn a Cannesê bûn.
Lîstikvanên ku beşdarî galaya fîlma bi navê "The Honesman" ya ku derhênerê wê Tomy Lee Jones e û ji bo xelata "Palmiyeya Zêr" bistîne ketiye pêşbirke bûn. Li wir di destê wan de kaxizekî ku li ser "keçikên me yên nîjerî paş ve bînin" nivîsandî ve li ser xalîçeya sor meşiyan. Mêvanên ku beşdarî mîhricanê bûn ji bo tevgera wan çepik lêdan.