Abdullah Tel
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ANKARA
MHPyê lîsteya namzedên xwe yên parlementeriyê yên ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27emîn ku wê di 24ê hezîranê da tevlî hilbijartina serokomariyê bê kirin, eşkere kir.
Li gor vê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji bajarê xwe Osmaniyeyê di rêza ewil a lîsteya namzedan da cih girt.
Li Enqereyê herêma yekemîn da Mevlut Karakaya di rêza ewil, Zuhal Topçu di rêza duyemîn û Eyup Yildiz jî di rêza sêyemîn da cih girt. Li Enqereyê li herêma 2yemîn jî di rêza ewil da Sadîr Durmaz, rêza duyemîn da Abdullah Agar cih girt. Li herêma 3yemîn a Enqereyê jî di rêza eil da Yaşar Yildirim û li pey wî jî Erkan Haberal û Fatîh Çetînkaya cih girtin.