İbrahim Atmaca
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ANKARA
Partiya Anavatanê biryar da ku di 24ê hezîranê Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn da piştgiriyê bide Îtifaqa Cumhur.
Li gor daxuyaniya ku ji partiyê hat dayîn, li ser geşedanên ku li herêma Tirkiye lê ye çêdibin û bandorên wê yên li ser welêt sekinîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Partiya Anavatanê rewşa heyî ji aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk va nirxand û wiha hat gotin:
"Partiya Anavatanê berî hilbijartinên 24ê hezîranê bêyî her cure berjewendiyên şexsî û sazûmanî biryar da ku piştgiriyê bide Îtifata Cumhur."