ANKARA
Merasima salvegera 20an ya li darxistina Bem-Bir-Senê û Xelatên Çapemeniyê yên Îbrahîm Kerestecî li Otêla Anadoluya Mezin hat lidarxistin.
Xelatên Çapemeniyê yên Îbrahîm Kerestecî diyar bûn û Edîtoriya Xeberên Hundir ya Anadolu Agencyê di beşa "ajansên nûçeyan" de xelat girt.
Di merasimê de Serokê Bem-Bîr-Senê Mursel Tûrbay der heqê saziya xwe de axivî û diyar kir ku xebatên der barê mafên rojnamevanên ku dixebitin tiştên girîng in û hin pirsgirêkên wan çareser dikin, lê belê temînata kar ya rojnamevanên ku dixebitin tuneye.
Piştî axaftinê Serokê Bem-Bîr-Senê Mursel Tûrbay, Serokê Hak-Îşê Mahmûd Arslan, Serokê Memur-Senê Ahmet Gundugdu û Serokê BBPê Mustafa Destîcî pasteya sala 20an jê kirin.
Di merasimê de şanoyên bi navê "Li Sarîqamîşê 90 Hezar Hîv û Sitêrk" û "Rêwiyên Ewilîn yên Rêya Pîroz" hatin lîstin.
Di merasima salvegera saziyê de Xelatên Çapemeniyê yên Îbrahîm Kerestecî dan xwediyê wan.
Xelata kameravanê TRTê Halîl Elmasê ku li Sirbîstanê li ser rêya Belgirad û Nîşê di qezaya trafîkê de miribû dane Saltuk Alp Elmas. Xelata Beşar Qadûmiyê ku li Sûriyeyê winda bûye dan jina wî Arzû Qadûmî. Xelata wênekêş Bunyamîn Aygunê ku li Sûriyeyê hatibû girtin û paşê hat xilaskirin dan hevala wî Burcu Karakaş.
Nûçegihanê TRTê yê Qahîreyê Metîn Turanê ku di dema derbeya Misrê de hatibû binçavkirin û 4 mehan di girtîgehê de mabû û nûçegihanê Ajansa Xeberan a Cîhanê Bîlal Oflazê ku li Enqereyê di bûyerên xaniyên bêruxsat de hatibû derbkirin jî xelat girtin.
Bi destê Bem-Bîr-Senê di beşa "ajansên nûçeyan" de xelat dan Edîtoriya Xeberên Hundir ya Anadolu Agencyê.
Li ser navê Edîtoriya Xeberên Hundir nûçegina AAyê Zeynep Akyilê xelat ji destê Levent Usluyê Alîkarê Serokê Bem-Bîr-Senê girt.