Ekip
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got: "Operasyon heya niha wekî ku hatibû plankirin dewam dike. 214 hedef hatine lêdan û jinavbirin. Li qadê xebatên safîkirinê dewam dikin."
Yildirim piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Nîjerê Brigi Rafini civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Der heqê operasyonê de Yildirim agahî da û wiha axivî: "Operasyon heya niha wekî ku hatibû plankirin dewam dike. 214 hedef hatine lêdan û jinavbirin. Li qadê xebatên safîkirinê dewam dikin. Heta ku ji bo Kurd, Ereb û Tirkmenan tu tehdîda terorê nemîne dê ev operasyon berdewam bin."
Serokwezîr Yildirim herwiha got:
"Qeyrana di 1996an de li Kardakê çêbû mirov îro bîne rojevê û ji bo vê xebatan bike û qeyraneke nû çêbike ev şaş e, ne cînartî ye. Em li hember terorê têdikoşin û di nav rewşeke wiha de li dijî me tevgerîn ji bo cînarê me tiştekî ne baş e. Em vê qebûl nakin. Lê heke çalakiyeke wiha bibe, wekî Tirkiye em her tim bi tevdîr in. Bila tu kes fikarê neke."