24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Heta ku mensûbê dawîn ê rêxistina terorê ya ku 5 hezar tir û 2 hezar balafirên tijî çek danê were berterefkirin dê ev operasyon dewam bike."
Serokomar Erdogan di Civîna Muxtaran a 44emîn a ku li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin da bi muxtarên ji Adiyaman, Amasya, Aydin, Burdur, Çanakkale, Denîzlî, Duzce, Elezîz, Erzirom, Gumuşhane, Kahramanmaraş, Meletye, Mêrsîn, Nevşehir û Tokatê hatibûn ra hat bal hev.
Di destpêka xeberdana xwe da Serokomar ji hemû muxtaran ra got ku ew bi xêr hatine.
Di axaftinê da Serokomar Erdogan qala Operasyona Çiqlê Zeytûnê kir û got ku hin şehîd hene û wiha dewam kir: "Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da şehîd û xaziyên me hene, lê bi şehîdên Artêşa Sûriyeyê ya Azad û bi şehîdên me va 7-8 şehîdên me hene. Digel vê di nav 4 rojan da bi qasî ku me tesbît kir li aliyê din jî 268 kes hatin berterefkirin. Ev ye wê bi biryardarî dewam bike. Em ê koka wan biqelînin."
Serokomar bi taybetî ragihand ku çavê wan di ax û zeviyên Sûriyeyê da nîne û armanca xwe bi van hevokan parve kir: "Derdê me axa wê derê nîne, li wê derê bi cihkirina edaletê ye. Derdê me ew e ku ew 3 milyon û nîv Sûriyeyiyên li welatê min dijîn vegerin ser mal û milkên xwe."
Erdogan got ku piştî Efrînê wê berê xwe bidin Minbicê û li ser sînorên xwe wê lîstikê xera bikin û li herêma xwe musîbetê paqij bikin.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da got: "Yên ku piştgiriyê didin vê rêxistina ku bi destê wê va xwîna bi deh hezaran zarok, jin, pîr û bêgunehan heye û Tirkiyeyê bi 'dagirkeriyê' tawanbar dikin, Kurdayetî û sosyalistiyê daynin aliyekî, ez ji mirovtiya wan gumanbar im. Di rastiyê da em li Efrînê di heman demê da bi zihniyeteke ku dijminê hemû mirovahiyê ye ra jî şer dikin."
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan hêzên ku planên wan ên cuda li ser herêmê hene bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê careke din bi amûrên wan ew dek û dolabên wan têk bir."
Serokomar sedema ku çima dixwazin rêxistina terorê têk bibin kir û got: "Em dixwazin rêxistineke ku çekan dide destê zarokên 13-15 salî û jinên pîr yên haya wan ji dinyayê tuneye û wêneyên wan dikşîne têk bibin. Em dixwazin rêxistina ku kesên mihtacî loqek nan in diemilîne têk bibin."
Erdogan destnîşan kir ku heta qira terorîstan neyê wê ev operasyon dewam bike û wiha pê da çû: "Emê ewilî koka terorîstan biqelînin û paşê jî wan deran bikin deverên jiyanê. Ji bo kê, ji bo 3,5 milyon Sûriyeyiyên ku em wan diezimînin. Heta ku mensûbê dawîn ê rêxistina terorî ya ku 5 hezar tir û 2 hezar balafirên tijî çek danê bê berterefkirin dê ev operasyon dewam bike."