06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li Qesra Çankayayê civîna ewlehiyê hat kirin.
Di civînê de li ser îxlalên hewayî yên ku di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyeyê de û gefxwarinên terorî yên ji aliyê Iraqê ve berê xwe dan Tirkiyeyê hat sekinanîn. Operasyonên ku li nav welêt dijî terorê tên birêvebirin jî di civînê de hatin nîqaşkirin.
Civîn li Qesra Çankayayê hat lidarxistin û nêzî 3 saetan dewam kir û di encama civînê de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Di civînê de rûdanên ku li Sûriyeyê diqewimin jî di nav de mijara îxlalên hewayî yên di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyeyê de qewimîn jî bi hûrgilî hatin nîqaşkirin. Ji niha pê ve dema ku îxlaleke din pêk bê wê çi bên kirin ew mijar jî hat rojevê û gavên ku bên avêtin hatin nirxandin.
Bi Konseya NATOyê re hevdîtin hat kirin, piştî wê jî daxuyanî hat dayîn, ew daxuyanî û îfadeyên piştgiriyê jî bi kêfxweşî hat qebûlkirin.
Di civînê de li ser operasyonên li dijî geflêxwarinên terorî yên ji aliyê Sûriyeyê û Iraqê ve ku berê xwe dane Tirkiyeyê hat sekinîn û biryar hat dayîn ku ew operasyonên ji bo ewlehiya can û malê welatiyan li dijî terorê tên birêvebirin wê bidome."
Civîn di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de hat kirin û Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Tugrul Turkeş, Wezîrê Dadê Kenan Îpek, Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Abîdîn Unal, Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Serokê Serkan ê Fermandariya Giştî ya Cendermeyan Korgeneral Îbrahîm Yaşar, Alîkarê Wezîrên Karê Derve Nacî Koru, Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Alî Sarikaya, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Ewlehî û pergala Kamûyê Muhammed Dervîşoglu, Wekîlê Misteşarê Wezareta Karên Derve Ahmet Muhtar, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Celalettin Lekesiz, Sermişawirê Çapemeniyê yê Serokwezîriyê Osman Sert, Sermişawirê Serokwezîriyê Hatem Ete û Şêwirmendê Karên Derve yê Serokwezîriyê Kemal Oken beşdarî civînê bûn.