01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
TBMM
Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim der barê ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alayê de axivî. Yildirim got ku alaya herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîn ya Iraqê de xwedî cihekî fermî ye û wiha axivî:
"Ev ala girêdeyî Komara Iraqê ye û wek alaya Rêveberiya Herêma Kurdistanê tê bikaranîn."
Yildirim li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku îro salvegera 38emîn a mirina Mela Mistefa Barzaniyê bavê Mesûd Barzanî ye.
Yildirim wiha axivî:
"Qadî Mihemedê Serokê Komara Kurdan ya Mehabadê ev ala emanetî Mistefa Barzanî kiribû û wî jî emanetî kurê xwe Mesûd Barzanî kir. Alaya ku îro li Tirkiyeyê dikin pirsgirek ev ala ye. Ev ala federasyona Kurdistana Iraqê temsîl dike. Ev jî girêdeyî Komara Iraqê ye û wek alaya Rêveberiya Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Li Tirkiyeyê hewce nîne ku ji vî tiştî aciz bibin."