01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek, li ser bilindkirina Alaya Herêma Kurdistanê got: "Gelo xebera Serokomar Erdogan ji bilindkirina alayê heye? Ev pirs li ortê disekine, lê niha xebera wî jê heye. Lîsteya dewletên ku Tirkiye wan nas dike û nûneriyên wê lê hene li wezareta derve mewcûd e. Di nava van de Herêma Kurdistana Iraqê tuneye. Loma jî bilindkirina alaya herêmeke di nav lîsteyê de tuneye ne rast e."
Perinçek li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û li ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li Balafirgeha Stenbol û Enqereyê û di hevdîtina Mesûd Barzanî û Bînalî Yildirim de danîna wê axivî û got ev mijareke muhîm a rojeva Tirkiyê ye.
Perinçek, îddia kir ku têkiliya bilindkirina vê alayê bi referandûmê re jî heye û pirsên Serokê MHPyê Devlet Bahçeli jî li cihê xwe ne.
Perinçek anî ziman ku Serokwezîr Yildirim bi xwe cewaba Bahçeli daye û wiha pê de çû: "Serokê hikûmetê bi xwe îfade kiriye ku ev îcraeteke hikûmetê ye. Gelo xebera Serokomar Erdogan ji bilindkirina alayê heye? Ev pirs li ortê disekine, lê niha xebera wî jê heye."
Serokê Partiya Vatanê wiha dewam kir:
"Lîsteya dewletên ku Tirkiye wan nas dike û nûneriyên wê lê hene li wezareta derve mewcûd e. Di nava van de Herêma Kurdistana Iraqê tuneye. Loma jî bilindkirina alaya herêmeke di nav lîsteyê de tuneye ne rast e."
Perinçek der barê şerê li dijî rêxistina PKKyê û korîdora li Rojava jî wiha nirxandin kir: "Dewletê PKK û FETO perçiqandin. Ev ji serî ve pêşniyara Partiya Vatanê bû. Piştî wê bi Mertalê Feratê ket korîdora Emrîkayê, korîdora ku dibêjin kurd lê ya Emrîkayê ye. Hikûmet bi vê polîtîkaya serkeftî PKKyê û DEAŞê diperçiqîne."