Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurdên Sûriyê Îbrahîm Bro der barê hewl û xîreta yekîtiyê ya partiyên Rojavayê de got: "Di pêvajoyê de ji bo ku Mesud Barzanî, Leyla Zana û Osman Baydemîr bi me re nin û piştgiriyê didin me, em kêfxweş in. Sê roj in ku em civînan li dar dixin. Piştî civînan em dê mizgînê bidin gel."
Îbrahîm Biroyê ku beşdarî civînên lihevkirinê yên kudên li Sûriyeyê bû, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em wek partî êdî dixwazin bigihîjin encamekê. Em dê piştî civînan mizgîniyê bidin gelê xwe. Em serpêhatiya gelê xwe baş dizanin. Em dixwazin alîkariya gelê xwe yên di nav şert û mercên zivistanê yên dijwar de, li kampan dijîn bikin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em hewl didin. Armanca me ew e ku em hemû partiyên kurd bên gelhev û xizmeta gelê xwe bikin. Sê roj in em cîvînan dikin. Înşelah em dê encamên baş bidest bixin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên kurd de, şert û mercên beşdarbûna Konferansa Cenewre -2yê û di gelek mijarên din de muzakereyan dikin."
- Partiyên kurd ji bo yekîtiyê hewl didin
Par bi pêşniyara Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî, Konseya Bilind a Kurdan hatibû avakirin. Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê di bin banê Konseyê de hatibûn yekkirin û ev demek bû ku di navbera wan de pirsgirêk hebûn. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan Barzanî û BDPê hewl da û dest bi navbeynkariyê kirin.
Partiyên endamên ENKSê, dixwazin ku PYD xebatên wan ên li bakûrê Sûriyeyê asteng neke, endamên wan ên girtî serbest bên berdan. PYD jî dixwaze ku hikûmeta HKIFê Deriyê Sînor ê Peşxabûrê veke.
Li bajarê Erbîlê îro civîna sêyemîn hat kirin. Nûnerên partiyên di nav Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûreyeyê (ENKS) de cih digrin Abdulhakîm Beşar, Hamît Dervîş, Îbrahîm Bro, Mûstafa Cûma, Nasrettîn Îbrahîm, Tahîr Sifok û Mûstafa Meşaîk; Hevserokên Meclîsa Gel a Rojava Abdulselam Ahmet û Sînem Mûhammed; Nûnerên Koordînasyonê yên TEVDEMê Aldar Xalîl, Îlham Ahmet, Xarîb Hîso, Nûnerê Têkiliyên Derve yê PYDê Cafer Hannan û Parlamenterê KDPê Cafer Îbrahîm beşdarî civînê bûn.
-Ji bo lihevkirina Barzanî û PYDê, KCK û BDP navbeynkariyê dikin
Pirgirêkek di navbera Partiyên Kurd ên Sûriyeyê de heye. Heman pirsgirêk ev demeke dirêj e di navbera Serokê HKIFê Barzanî û PYDê de jî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Serokê Şarederiya Mezin a Amedê Osman Baydemîr navbeynkariyê dikin.
Nûnerê Koordînasyonê yê TEVDEMê Aldar Xalîl, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îfade kir ku ji bo çareserkirina aloziya di navbera her du aliyan de BDPê dest bi navbeynkariyê kir. Bi saya navbeynkariya Zana û Baydemîr têkiliyên KDP û BDPê baştir bûn.