DIYARBAKIR
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş der heqê encamên hilbijartina serokomariyê de wiha got: "Peyama ku me dixwest em bidin, gihîşt çar aliyê Tirkiyeyê. Dema ku mirov bi vî awayî binihêre, tê dîtin ku di kampanyaya hilbijartina serokomariyê de em gihîştin armanca xwe û me serkeftinek bi dest xist."
Demîrtaş li ber buroya hilbijartinê ya li Diyarbekirê, encamên hilbijartinê nirxand û destnîşan kir ji ber ku cara ewil serokomar hildibijêrin ew kêf xweş e û ew hêvî dike ku ev ji bo gelê Tirkiyeyê dê aşitî, demokrasî û azadiyê bîne.
Di axaftina xwe de Demîrtaş diyar kir ku daxwaza wan ew bû ku partiya wan ji bo gel bibe hêviyeke mayînde û wiha pê de çû: "Peyama ku me dixwest em bidin, gihîşt çar aliyê Tirkiyeyê. Dema ku mirov bi vî awayî binihêre, tê dîtin ku di kampanyaya hilbijartina serokomariyê de em gihîştin armanca xwe û me serkeftinek bi dest xist."
Demîrtaş destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê partiya wan dê xwe saz bike û bibe partiyeke mezin a kîtleyê û wiha dewam kir: "Bi vê hilbijartinê ve ji bo me pêvajoyeke nû dest pê kir. Me nîşanê nijad û baweriyên cuda kir ku gelê kurd, tirk, çerkez, gurcî, ermenî, laz, ereb, romen, mirtiv, boşnak, pomax, elewî, sunî, êzdî, suryanî, cihû û xiristiyan bi biryar dikarin pêşerojeke hevpar ava bikin. Rêjeya ku di hilbijartinê de derket holê hema bêje rêjeya ku me xeyal dikir bû. Di vê hilbijartinê ew bendav, pêşdaraz û astengiyên hilbijartinê me ji holê rakirin. Bi taybetî piştgiriya ku gelê kurd di vê pêvajoyê de da me ji bo me rûmet bû. Ew destê ku gelê kurd dirêjî hemû welatiyên ku li Tirkiyeyê mafê wan tê binpêkirin, ji bo me rûmet bû. Li Edîrne, Îzmîr, Antalya, Gumuşhane, Artvîn, Konya, Edene û Mêrsînê dest dan vî destî û ji Manîsa û Muglayê jî bersiv hat dayîn û vê yekê jî me zêdetir hêvîdar kir. Encama ku me heq kir teqez zêdetir bû lê ji xwe bîr nekin li hemberî zihniyeta yek dengî ya ku ev 90 sal e, heye em têkoşiyan. Ew asta ku em gihîştin, nîşan dide ku dîwar, pêşdaraz û bendav êdî hilweşiyane."
Demîrtaş got ku bi hilbijartina serokomariyê her tişt bi dawî nebûye û wiha dewam kir: "Bila tu kes ji yek miroviyê netirse. Em li vî welatî destûrê nadin despotîzmê û dîktatoriyê, lewra em ji bo demokrasî û gelan hêzeke wek temînat in û em hene."