ANKARA Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Ji bo ku birêvebiriyeke ku ji hemû aliyên ku Sûriyeyê pêk tên çêbe û bi vê birêvebiriyê re bingehek bê amadekirin ku gel di nav aramiyê de hilbijartinan bike, wisa bawer dikim ku ev yek peywira kesên ku bi awayekî objektîf li Sûriyeyê dinêrin e. Em bi vê nêrînê helwesta xwe ya der barê Sûriyeyê de berdewam dikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî 5emîn Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Rûsyayê li Qesra Serokomariyê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Erdogan bersiva pirsên rojnamevanan da. Rojnamevanekî diyar kir ku der barê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de pêşniyazên Tirkiye û Rûsyayê ji hev cihê ne û pirsî ku ka gelo li ser vê pirsgirêkê li ser çi axivîn û gelo cudahiya van helwestan dê bandorê armanca bazirganiya ku hecma wê 100 milyar dolar e ya di navbera her du welatan de bike an na? Erdogan li ser vê pirsê got ku "Armanca 100 milyar dolarî armanca sala 2023yan e."
Erdogan got ku "Me ji bo ku hecma bazirganiyê ya niha heta 2013yan bigihînin, hem min hem jî birêz Serok me vê vîna siyasî nîşan da. Li gor wê dê xebatên me berdewam bikin."
Erdogan bi bîr xist ku di mijara bi Sûriyeyê re eleqedar de jî di nav pêvajoyeke bi qasî 4 salan de gelek hevdîtin hatin kirin û wiha got: "Birêvebiriya niha ya li Sûriyeyê, ango rewşa birêvabirina niha ya ku zilmê, qetlê û terorîzmê dike tabi kî min bi awayekî eşkere nîşan da."
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Nêrînên cuda yên Birêz Serok ên di vê mijarê de hene lê em bi awayekî giştî li hev dikin ku rewşa Sûriyeyê ya niha çareser bikin. Li ser çawaniya vê çareseriyê pirsgirêkên me hene. Gelo dê çawa bê çareserkirin? Di vê mijarê de pirsgirêkên me hene. Tabî em der barê DAÎŞa rêxistina terorê ya wir de xwediyê qeneateke hevpar in. Heta min li Konseya Ewlehiyê ya NYyê de Birêz Lavrov jî wir guhdar kiribû. Wî bi xwe jî diyar kiribû ku der barê cîgirtina di nav platforma têkoşîna li dijî DAÎŞa rêxistina terorê de jî fikrên wan hene. Vir di mijara têkoşîna bi terorê re de tu pirsgirêk tune. Ji ber ku em dibînin ku Federasyona Rûsyayê jî car carna di têkoşîna bi terorê re de çi dikişîne û em dizanin ku li dijî wan têkoşîneke çawa didin. Ango li cîhanê "terorîstê te baş e, yê min baş e, yê te xirab e" nabe. Ango heke li cihekî cîhanê teror hebe divê teqez birêvebiriyên welatan li dijî van çalakiyên terorê platformeke hevpar a têkoşînê ava bikin. Niha DAÎŞa rêxistina terorê li Iraqê ji El-Qaîdeyê derket û li Sûriyeyê mezin bû û di serî de rejima Sûriyeyê jî piştgirî dayê û hat heta astekê û pişt re dîsa berê xwe da Iraqê, di serî de Mûsil niha wekî ku hûn jî dizanin ku ji sedî 40ê zêdetir ê Iraqê hatiye dorpêçkirin lê li Sûriyeyê ji sedî 30 hatiye dagirkirin. Rêxistineke terorê yê bi vî awayî heye."
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê YEyê û Sermuzaker Volkan Bozkir, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Tekonolojiyê Fîkrî Işik û Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz beşdarî civînê bûn.