TBMM
Serokê Meclisê Cemîl Çîçek civîna çapemeniyê li dar xist û qanûndanîna 3yemîn ya heyama 24emîn nirxand. Çiçek, li ser pirsgirêka parlamenterên girtî sekinî û anî ziman ji bo ku pirsgirêka parlamenterên girtî hel bibe divê madeya 83 û 14emîn bê guherandin. Çîçek got ku em dibêjin qayîdeya destûrê şaş e, bila encameke rast derkeve, ev problem jî ji holê rabe. Heta dema ku em vê yekê jî dikin em dikevin nav têkiliyên şexsî û jê tiştekî hêvî dikin lê ji van jî tiştek derneket."
Çîçek bal kişand li ser meseleya terorê jî û dest nîşan kir ku teror meseleyeke polîtikaya navxweyî nîne. Çîçekê wiha got: "Di serî de tiştê ku me nedît, têkiliyên derve yên terorê bûn. Mesela terorê ne mesleyeke navxweyî ye. Ev mesele, meseleya Komara Tirkiyeyê ya herî dilsoj, giran e û bûye sebebê mirinan."
Çîçek nîqaş û rûdanên li meclîsê qevimîn jî anî rojevê û got ez hêvîdar im ku di sala qanûndanîna bê de uslûbeke çêker hakimê Lijneya Giştî be. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesî dikim ku hay ji peywir û berpirsiyariya xwe hebin.
Çîçek da zanîn ku li gor berê îsal di meclisê de uslûbeke nexweş hebû û meclis ne cihê gotinên xerab e û ne cihê çalakiyan e jî.
Çîçek bi bîr anî ku piştî hilbijartinê 2011an di nav axaftinên meclisê de gotinên şikîner û xerab hatiye hilbijartin û di 27ê sibata 2013an de ji serokan re hatiye şandin.
Geşedaneke erênî çênebû
Her wiha bi bîr xist ku ev gotinên han ne tenê di meclisê de tên bi kar anîn her wiha di înternetê de jî tên gotin ku ev jî li parlamanterekî nayê.
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek got ez hêvîdar im ku di sala qanûndanîna bê de uslûbeke çêker hakimê Lijneya Giştî be. Ji ber vê yekê ez bang li hemû kesî dikim ku hay ji peywir û berpirsiyariya xwe hebin.
Ez pir aciz bûm
Çîçek dûpat kir ku meclis mabedên demokrasiyê ne û wiha pê de çû: "Min di tu îbadetxaneyekê de çêr nebihîstine. Heke li vir mabeda demokrasiyê be û em bi vê bawer bin, ez ji van çêran tiştek fêhm nakim. Wek rapora hewayê carê carê eyibandina van gotinan min pir aciz dike."
Destûra nû
Serokê TBMMê Çîçek xebatên destûra nû jî nirxand û got: "Sozê me ye ji miletê me re ku em destûreke nû ya ku rûmet û şerefa mirovahiyê di xwe de dihewîne û temînata maf û azadiya mirovan e çêkin. Ev bar li ser milê me ye heya ku em vî barî bi rêk û pêk negihînin cihê wî dê li ser milê me be. Destûr ji xeynî hewcedariyeke civakî êdî bûye mecbûriyetek."
Radeya ku em lê ne ne bi dilê me ye
Çîçek got: "Radeya ku em lê ne ne bi dilê me ye." Di şûna 48 madeyan de ku me li ser hemû madeyan li hev bikira dê çêtir bibûya, lê dema ku mirov dikeve navê mirov bi zehmetiya wê dihese. Gotin û daxuyaniyên ku tên kirin jî karê me hêsan nake."
Parlamanterên Girtî
Çîçek da zanîn ji bo ku pirsgirêka parlamanterên girtî hel bibe divê madeya 83 û 14emîn bê guherandin. Çîçek got ku em dibêjin qayîdeya destûrê şaş e, bila encameke rast derkeve ev problem jî ji holê rabe. Heta dema ku em vê yekê jî dikin em dikevin nav têkiliyên şexsî û jê tiştekî hêvî dikin lê ji van jî tiştek derneket."
Teror meseleyeke polîtikaya navxweyî nîne
Çîçek ku bal kişand li ser mesela terorê got: "Di serî de tiştê ku me nedît, têkiliyên derve yên terorê bûn. Mesela terorê ne mesleyeke navxweyî ye. Ev mesele, meseleya Komara Tirkiyeyê ya herî dilsoj, giran e û bûye sebebê mirinan."
Di pêşniyaran de zêdebûna mezin
Çîçek da zanîn ku li gor heyama berê di vê heyamê de pêşniyar û pêşniyarpirs gelekî zêde bûne. Çîçek got ku di pêşniyaran de zêdebûn ji sedî 81 di pêşniyarpirsan de jî ji sedî 115 çêbûye.
Çîçek her wiha da zanîn ku xebata herî baş ew in ku di meclisê de xebatên ku bi zanîn bê çêkirin. Heke axaftinên parlamanterên me jî zêdetir li ser zanîn û zanyariyê bin dê baştir be û ev yeka dê me kêfxweş bike."