TBMM
Parlementerê Diyarbekirê yê BDPê Altan Tan li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê îdiayên ku dê li Lîceyê ji bo endamên PKKê goristanê bê bikin de axivî.
Tan dîyar kir ku haya dewletê ji pêvajoyê heye û wiha pê de çû: "Ev ne tiştek e ku bi veşartî bê kirin. Jixwe înşaeta goristanê wê çend meh in dewam dike. Lê yekîneyên asayîşê, qontrola nasnameyan û rêbirîn û zilamrevandin li gor vê pêvajoyê nîne."
Tan îdiayên ku endamên rêxistinê rê dibirin û zilaman direvînîn jî nirxand û wiha got: "Em li Tirkiyeyê li ser aştî û demokratîkbûnê diaxivin. Ji bo çareseriyê em hê jî îdareya mewcûd qebûl dikin û meclisê jî weke cihê çareseriyê dibînin. Divê em bi mecbûrî li gor vê çarçoveyê tev bigerin. Dema ku em ji aliyekî ve qala aştiyê bikin û ji aliyê din ve jî rabin pev biçin, tevgerên cuda li dar bixin, ev tiştên rast nînin û ji xwe ev zimanê aştiyê jî nîne. Partî jî van tiştan lêkolîn dike."