ANKARA- Merve Ozlem Çakir
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehmet Mehdî Eker bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser heywandariyê ji nûçegîhanê AAyê re nirxand. Eker got: "Li herêmê 30 sal e ku pirsgireka terorê heye û ji ber vê jî pêşveçûna heremê ya di qada aborî û civakî de hatiye astengkirin."
Eker diyar kir ku li Tirkiyeyê 14,6 milyon hektar çêregeh heye û ji van çêregehan 6 milyon û nîvê wê jî li rojhilat û başûrê rojhilat e. Wezir bal kişand ku ev jî di nav çêregehan de ji sedî 41 e.
Eker dest nîşan kir ku ji ber hebûna terorê li herêmê 3 milyon û 500 hezar donim çêregeh weke zozan û ziving nayê bikaranîn û ev jî rê li zêdebûna heywanan digire.
Wezîr di axaftina xwe de îfade kir ku hejmara pêz 15 milyon û 800 hezar e û wiha dewam kir: "Dema ku pêvajoya çareseriyê biçe serî, em ê di nav 10 salan de cihên çêregeh islah bikin û ji bo çêrê amade bikin. Bi vî awayî dê 18 milyon pez bê xwed kirin û bi vê hejmara pezên me jî dê bibe 34 milyon. Heke ev çêregeh bikevin fealîyetê ewê bihaya goşt jî pir zêde nebe.
Eker de rbarê şîr û goşt de jî agahî da û got: "Em wisa hêvî dikin ku dema ev sepandin bê kirin li Başûr û Başûrê Rojhilat dê salê 36 hezar ton goştê pez û 69 hezar ton jî şîr bê hîlberîn. 9 hezar malbat jî dê ji xwe re karekî îlawe bikin.
Çêregehên ku ji ber terorê nayên bikaranîn li Bîtlîsê 2 milyon û 755 hezar donim, li Batmanê 371 hezar donim, li Erziromê 137 hezar donim, li Sêrtê 103 hezar donim û li Wanê jî 702 donim e.