DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, Cejna Qurbanê ya hemû welatiyan pîroz kir û got ku hêvî dikim ku ev cejn bibe wesîleya aştîyê.
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş û Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanak li Navenda Çandê ya Kayapinarê civîna çapemeniyê li dar xistin. Her du rêberan Cejna Qurbanê ya welatiyan pîroz kirin û wiha axivîn: "Li erdnîgariyeke ku wiha her tim lê xwîn dirije, pêdiviya me beriya her tiştî bi aşîtiyê heye. Em wek welatiyên Rojhilata Navîn bi salan e di nav xwîn û şer de dijîn û cejnan dikin. Îro bi munasebeta pirsgirêka kurdan şer bi awayekî hatiye sekinandin. Înşellah bi wesîleya vê cejnê di serî de Sûriye, Afganîstan, Pakîstan, Îran, Iraq û li seranserê cîhanê aveke li vî agirî bibe, xwîn nerije û aşîtî pêk were."
Demirtaş bal kişand ser rojevê û got ku niha mijara wan ya herî girîng hilbijartin e. Demîrtaş da zanîn ku dê di pêşerojê de hilbijartin bên kirin û ew ev demeke dirêj e ji bo hilbijartinan amadehiyê dikin.
Demîrtaş bal kişand ser tevger û kotaya jinan ya di partiyê de û wiha got: "Bi taybetî hin nivîskar û rojnamevan li ser tevgera jinên partiyê nîqaşan dikin. Armanca wan ew e ku zirarê bidin tevgera jinan ya partiyê. Em van nîqaşan bi metelmayî dişopînin. Diyar e ku ev nîqaş ji aliyê hin aliyan ve bi rêk û pêk tên birêvebirin. Divê hemû kes di vê mijarê de hişyar bin. Jin bi tenê li hember dewletê na, li hemberî mêran jî têkoşiyan û hatin vê astê. Ango ew jin bi ked û xebata xwe bilind bûn."
-Pêvajoya çareseriyê
Demîrtaş pêvajoya çareseriyê jî nirxand û îdia kir ku lijneya dê biçûya Îmraliyê ev demeke ku hatiyê sekinandin. Demîrtaş îfade kir ku divê 15 rojan carekê lijneyek biçe Îmraliyê û wiha pê de çû: "Tu car ji bo me girîngiya navan tuneye. Em li gor rewş û pêvajoyê bi awayekî cidî tevdigerin. Ji ber vê yekê hewce nîne ku li ser navan nîqaş bên kirin. Em her nîqaşên wiha dibihîzin hêviyên me dişkên. Hûn dibêjin em bi pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn re mijûl dibin, lê hûn çend meha carekê helwesta 'ev nabe, ew nabe' nîşan didin.
- Em ji jinan pereyê serlêdanên bernamzediyê nastînin
Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanakê jî bal kişand ser hilbijartinên pêşerojê û got: "Ev hilbijartin ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û demokrasiyê gelekî girîng e." Kişanakê ji bo desthilatdariya AK Partiyê jî wiha axivî: "Dema em vedigerin û li dîroka siyasî ya Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku nêzikî 30-40 hezar kesî şaredar hatin e hilbijartin. Di nav van şaredaran de hejmara şaredarên jin 70 an jî 80 ye. Rewşa jinê di nav demokrasiya Tirkiyeyê de ev e. Niha li giştiyê Tirkiyeyê 2 hezar û 950 şaredar hene û di nav van de hejmara jinên şaredar tenê 26 in. Ez bangî hemû jinan dikim. BDP partiya jinan e, partiya we ye. Werin bibin namzed û beşdarî pêşbaziya demokratîk bibin."
- Li Sûriyê şerê navxweyî
Kişanak destnîşan kir ku çend roj berê ji bo ku sersaxiyê bidin Salih Muslîm çûn Rojava û Sûriyê û wiha got: "Gelê rojava ji bo pêşerojek azad û demokratîk têdikoşe. Me li Kobanê rewşê dît. Li navendên bajar û gundan gel rêveberiyê girtiye destê xwe. Hemû mekanîzma û sazî di dest gel de ye, ev du sal e ku li Sûriyê şer dewam dike. Têkiliya herêmê bi derve re tuneye. Kobanî jî bi saya deriyê Murşîtpinarê yê li Sûrûcê hin pêdiviyên xwe bicih dike, lê niha Tirkiye ev derî jî ji bazirganiyê re girt. Tenê ji bo alîkariya mirovahiyê destûr dide. Li Kobanê herî zêde hin kesên ku ji şer filitîne lê dijîn. Lê mixabin li nexweşxaneyan derman, amûrên tibî tunene. Gel bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike. Lê Tirkiye destûrê nade gelê Rojava ku genim û sewalên xwe bibin û bifiroşin. Ev rasterast ambargo û ablûka ye ku Tirkiye dike. Tirkiye bi şev û roj bang dike ku Esed dîktator e, lê Kurdan jî mihtacî Esed dike. Ev ambargo û ablûka bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ne tenê li Kobaniyê, li Serêkaniyê, Afrîn û Kamişliyê jî heman ambargo heye. Deriyê sînor bi tevahî ji bazirganiyê re hatine girtin. Ango jiyana mirovan bi her awayî hatiye asteng kirin."
Demîrtaş pirsa nûçegihan ya di der barê Beşîr Atalay de jî wiha bersivand: "Birêz Beşîr nizane, lê bila ji generalên berê, ji Kenan Evren bipirsin. Dibe ku wan zilmê nedîtibe, lê bila mêze bikin da ku em di kîjan merhelayan de bihûrîne. Tenê di serdema AK Partiyê de di der barê parlamenterên me de milyonek sal cezayê hefsê hatiye xwestin. We 10 hezar siyasetmedarên me girt û kir girtîgehan, hûn qala kîjan lutf û qenciyan dikin? We 130 kesan di rapêşiyan de kuşt. Hûn qala kîjan derfetan dikin. Ji ber vê yekê divê hikûmet dest ji vê siyaseta qirêj berde."