03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
TBMM
Pêşniyara guherandina qanûnê ya rakirina parêzbendiyên parlementerên ku der barê wan da dosye hebûn, li Komîsyona Makezagonê ya TBBMê qebûl bû.
Di pêşniyara ku maddeyeke demkî dixe ser makezagonê da, bi pêşnûmaya wekîlên AK Partiyî guherîn tê da hat kirin.
Li gorî vê di tarîxa ku di TBMMê da hat qebûlkirin; êdî ew parlementerên ku der barê wan da dosya hene, maddeya 83yemîn a makezagonê ku dibêje "Bêyî biryara parlementoyê, ew parlementerên ku berî yan piştî hilbijartinê sûcek kiribin, nayên lêpirsînkirin, nayên girtin û nayên darezandin" ê ji wan ra nexebite.
Piştî ku guherîn kete rê da bi 15 rojan, dosyayên der barê daxwaza rakirina parêzbendiyan ku li Serokatiya Komîsyona Edaletê û Makezagonê, li Serokatiya TBMMê, li Serokatiya Wezîran yan jî li Wezareta Edaletê ne wê ji merciyên têkildar ra bên îadekirin.
Pêşniyar piştî ku parlementerên HDPê komîsyon terkkirin bi giştê dengan hat pejirandin.
"Heger hilbijartin çêbû, yên bên hilbijartin ê dîsan parêzbendiyan bistînin"
Serokê Komîsyona Makezagonê li TBMMê Mustafa Şentop di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku heger parlementer di hilbijartinan da dubare bên hilbijartin, wê dîsan parêzbendiyên xwe bistînin.