Serokwezîr Ahmet Davutoglu derbarê daxuyaniya lijneya HDPyê ya li ser "Pêvajoya Çareseriyê" de wiha got: "Em di vê mijarê de tim bi biryar bûn. Ev biryardariya me tu caran neguherî. Dema bûyerên 6-7ê cotmehê diqewimîn jî biryara me nediguherî û me diyar dikir ku dê pêvajoya çarseriyê bêguman berdewam bike."
Davutoglu ji bo beşdarî Lûtkeya G20yê bibe çû Awustralyayê.
Davutoglu li ser pirsa rojnamegerek ya "Îro lijneya Îmraliyê ya HDPyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku berî 'Civîna Pêvajoya Çareseriyê' hevdîtin kirin, gelo ev hevdîtin bi kî re hat kirin?" got ku berî her tiştî di vê mijarê de em çibikin çapemenî û gel ji nêz ve teqîb dike û wiha dewam kir: "Em li gor rê û rêzikan tevdigerin. Tu caran em li dijî vê prensîba xwe tevnegeriyan."
Davutoglu got ku piştî damezrandina hikûmetê ji bo pêvajoyê pergalek çêkirine û wiha dewam kir: "Me him fikr û ramanên xwe û him jî niyeta xwe ya ser mijarê bi rêk û pêk diyar kir, herwiha me rêvebiriyê jî kir dewriyê."
Davutoglu destnîşan kir di demeke kurt de, bi HDPyê re gelek hevdîtin kirin û wiha dewam kir: "Piştre bûyerên 6 û 7 cotmehê qewimîn, ji ber van bûyeran pêvajoyê jî zirar dît. Lê di axavtinên îro de car din nîşan dan ku girêdayî Pêvajoya Çareseriyê ne, ev tiştekî erênî ye."Davutoglu got ku ya rast heta niha ji bilî hin muxalifan tu kes li hemberî pêvajoyê nesekinî, ji behra reş bigre heta rojhilat, rojava hemû pêvajoyê wekî projeyek biratiyê dibînin û dinirxînin."
Davutoglu wiha pê de çû: "Em di vê mijarê de tim bi biryar bûn. Ev biryardariya me tu caran neguherî. Dema bûyerên 6 û 7ê kewçêrê diqewimîn jî biryara me nediguherî û me diyar dikir ku dê pêvajoya çarseriyê bêguman berdewam bike."