Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Beşir Atalay: "Bi pêvajoya çareseriyê valahiya ewlehiyê çênabe û divê çênebe. Pêvajoya çareseriyê bi xwe re kêmasiya ewlehiyê nayne. Pêvajoya çareseriyê ewlehiyê zexim dike."
Atalay li Navneda Giştî ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê mijarên ku di civîna MYKyê ya AK Partiyê de hatin gotûbêjkirin de daxuyanî da.
- Xebatên pêvajoya çareseriyê
Atalay destnîşan kir ku piştî çalakiyên Kobanêyê bûyerên tundiyê û nîqaş derketin û ev rewş der barê pêvajoya çaerseriyê û helwesta aliyan de bû sedema gumanan û wiha got: "Divê em bi biryar van meseleyan çareser bikin. Bûyerên di 6-7ê cotmehê girîng bûn û helwesta hikûmetê di vî warî de eşekere ye. Heger ev hebin pêvajoya çareseriyê nameşe. HDPyê bi daxuyaniyên xwe yên dawîn eşkere kirin ku ev bûyer xelet bûn û di nav xwe de jî nîqaş kirin. Xeletiyên mezin hatin kirin û ev zirarê da wan jî."
Atalay got ku hikûmet di civîna xwe ya du roj berê de bi berfirehî li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û biryara xwe eşkere kir ku pêvajoya çareseriyê bidome. Atalay destnîşan kir ku hikûmet der barê pêvajoaya de bibiryar e û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê û xebatên wiha li dinyayê car caran disekinin û cardin dewam dikin. Divê em van pirsgirêkan çareser bikin û bi sebir tevbigerin. Divê em li dijî provakasyonan bi baldar bin. Em baş dizanin ku provakasyon tên kirin û kî dixwaze asteng bike. Lê di vê mijarê de tim dibêjin ku em bi biryar in. Xebatên me li ber temambûnê ne û nexşerêyek derketiye holê. Hikûmet çi dike ser mila dike."
Atalay diyar kir ku der barê pêvajoya çareseriyê de di meha tîrmehê de verastkirinên zagonî hatin kirin û wiha axivî: "Ev bi awayekî destûra bingehîn a pêvajoya çareseriyê bû. CHPyê jî pitgiriyê da û di Meclisê de der barê xebatan de agahî hatin dayîn û bi her awayî ji bo pêvajo şefaf bimeşe di zagonê de bend hat danîn."
Atalay got ku bûyerên 6-7ê cotmehê li herêmê hesasiyetên ji bo pegala kamuyê zêde kir û wiha axivî: "Bi pêvajoya çareseriyê valahiya ewlehiyê çênabe û divê çênebe. Pêvajoya çareseriyê bi xwe re kêmasiya ewlehiyê nayne. Pêvajoya çareseriyê ewlehiyê zexim dike. Divê rayedarên mulkî û yekîneyên ewlehiyê ji bo pergala kamuyê hesas bin û çi bikeve ser milên wan bikin."