ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA).
Bozdag di di civîna Maseya Edîtoran a AAyê de bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojevê de da û der heqê geşedanên demên dawîn de nirxandin kirin.
Daxuyaniyên Bekîr Bozdagê Alîkarê Serokwezîr li ser "www.aa.com.tr" a malpera AAyê û "@anadoluajansi" ya hesabê Twîtterê yê AAyê di heman demê de hatin weşandin.
- "Ev dozeke siyasî ye. Hedefên vê dozê yên siyasî hene"
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag, pêşî li ser îdiayên Zafer Çaglayan ku tevlî doza li DYAyê kirin de got:
"Ev dozeke siyasî ye. Hedefên vê dozê yên siyasî hene. FETO tişta nikare li Tirkiyeyê bike, dixwaze li ser daraza DYAyê bike. Ji ber vê yekê me dostên xwe yên amerîkayî hişyar kirin."
Diyar kir ku peywendiya vê bi FETOyê re heye û wiha axivî:
"Pir eşkere û zelal xuya dike ku nûnerên Rêxistina Terorê ya Fetullahî yên li Amerîkayê ev zanyarî dan serdozger. Ji ber ku dema mirov bala xwe dide wan mijarên ku li wir behsa wan tê kirin, îstixbarata Amerîkayê jî tev hinekî zor e ku mirov tiştekî evçend bihûrgilî bişopîne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag li ser heman miharê wiha domand:
"Serokê vê dozê Rîchard Berman di sala 2014an de ji bo ku piştgiriyê bide polîtîka û propagandayên Rexistina Terorê ya Fetullahî yên di pêvajoya 17/25 çileya pêşîn de hat Tirkiyeyê û li vir di kongreyeke navneteweyî de bû modaretor. Li wir daxuyanî da rojnameya Zamanê ya ku weşana rêxistina terorê bû. Di daxuyaniyên wî de argumanên FETOyê hene."
Der barê cinazeyê dayika Aysel Tuglukê da jî Bozdag raya xwe wiha anî ziman:
"Li gor baweriya me piştî mirina însanan tiştê ku divê li goristanan bê kirin eşkere ye. Tiştên ji bilî vê tên kirin li gor baweriya me xelet in, rast nînin. Divê em xwe ji hereketên ku di civatê bibin sedema rageşiyê, zirarê bidin hiqûqa me û birayên me dûr bigrin. Feydeya van hereketan tuneye."
Herwiha li ser bûyerê wiha agahî dan:
"Cinaze ji aliyê 20-25 kesên ku hedê xwe nizanin ve nehat derxistin. Ez ji bo wan biparêzim vê nabêjim lê belê dixwazin wekî ku tiştekî wiha çêbûye nîşan bidin û wiha ragihînin raya giştî. Ji bo şaşiya vê derxim holê û nîşan bidim bi taybetî balê dikşînim ser. Lewra tevgereke wiha şaş e, bê hurmetî ye. Sûcekî mezin e."
Di rexneya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê de jî got:
"Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê heger daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyeyê nexwîne û li ser agahiyên dibihîze biaxive wê bibe pêkenî, şaş biaxive û xwe bîne asteke wiha. Loma jî gotineke me ya pêşiyan heye, divê her kes rêberê xwe baş hilbijêre. Lewra heger rêberê we qijik be hûn ê bikevin tengasiyê. Pêşniyara min ji berdevk ra ew e bila rêberê xwe baş hilbijêre."
Nîqaşên der barê droneyên çekdar de jî wiha nirxandin:
"Agahî pir eşkere ye. Dîmenên SÎHAyan pir zelal in. Demeke dirêj ew ji hêla hêzên ewlehiyê va tên şopandin. Roja ku bûyer diqewime jî heman 4 kes tên şopandin. SIHA li wan dixin. Ew xwedî çek in, li ser wan çek heye. Yên din jî endamên rêxistina terorê ne û têkiliya wan bi hev ra heye, hevkariyê dikin û ew piştgiriyê didin rêxistinê. Li holê him çek hene, him cil û bergên rêxistina terorê hene û him jî lêpirsîn û şopên ku nîşan didin ew endamên rêxistina terorê ne hene."
Rexneya xwe li CHPê girt û wiha dewam kir:
"Nasnameya terorîstan heye, li ku dera dinyayê nasnameya terorîstan tê pirsîn? Di têkoşîna dijî terorê da dibe ji kesên êrîşî polês, leşker, sivîl û welatiyan dikin bê pirsîn 'Ka bisekine ez li nasnameya te binihêrim, ez ê li gor wê bi te ra şer bikim?' Tiştekî wiha tuneye. Hêzên me yên ewlehiyê wê têkoşîna xwe ya dijî terorê bi biryardarî bidomînin. PKKya rêxistina terorê di heyama terora xendekan da jî digot 'hêzên tirkan sivîlan dikujin', ev buxtan jî bi vî awayî ye û piştgiriya CHPyê ya ji bona PKKyê ye."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag der barê nîqaşên li ser hilbijartina berwext da jî wiha got:
"Li holê hêviyên mixalefetê hene, lê hilbijartina berxwext di rojevê da nîne. AK Partî ji roja hatiye îqtidarê heta niha dixwaze hilbijartin di dema xwe bên kirin. Di 2007an da çend meh zû hat kirin, lê yên din di dema xwe da çêbûn. Loma jî em ê wiha berdewam bikin. Hilbijartin wê di 3yê mijdara 2019an da bê kirin."
Serîlêdana CHPê ya Daraza Şêwirê ya li ser Serokê Daraza Şewirê Gungor jî wiha şirove kir:
"Dadger û dozger nikarin her roj bi siyasetmedaran ra têkevin nîqaşan, ji xwe karê wan jî destûrê nade. Lêbelê bawer bikin ku gelek kesên wezîfeya darazê dikin ji gotina Birêz Kiliçdaroglu û ekîba wî aciz in. Dadger û dozger mecbûr in ku rûmeta karê xwe biparêzin."
Der heqê vê mijarê de wiha nirxandin kir:
"Daraza Tirkiyeyê ezmûneke mezin da û hê jî dide. Lê zimanê Serokê CHPê yê Giştî û nûnerên wan yê bêhurmet, xebatkarên darazê jî aciz kir. Ew jî niha di navbera xwe de vê diaxivin, îfade dikin. Seroka Daraza Şêwirê Zerrîn Gungorê der barê van axaftinan ev aciziya îfade kiriye û hestên hevalên xwe aniye ziman. Ew jî ji bona bêterefî û serbixwebûna darazê mecbur ma û ev daxuyanî da û wek seroka darazê ya bilind ev îfade kir. Sedema vê CHP ye û wan jî xwe parast."
Nîqaşên referandumê yên li Herêma Kurdistana Iraqê jî wiha nirxandin:
"Ya rast ew e ku ev referandum bê betalkirin. Heke ku referandum neyê betalkirin helbet dê berdêla wê hebe, encama referandumê wê bêîstiqrarî, krîz û kaos be. Wê rîskên ewlehiyê yên din hebin û gelek pirsgirêkên ku vê gavê nayên dîtin dê derkevin holê."
Bozdag, ji bo kirîna fuzeyên S-400î jî wiha axivî:
"Bi Rûsyaya cînarê me ra hevdîtinekê dest pê kir. Diyaloga di navbera Birêz Serokomarê me û Birêz Putîn da rê li pêşiya vê vekir û bi lez pêş ket. Di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê da ji bo fuzeyên S-400î hin peyman hatin îmzekirin, beyî hat dayîn. Pêvajoyê piştî vê dewam bike. Em ji bo ewlehiya xwe vê mecbûrî dibînin. Ji ber vê ev mijareke wisa ye ku dibê serokê CHPê memnûn bibe. Lewra ev fuze ji bo ewlehiya wî jî tên sitandin, ji bo ewlehiya vî welatî tên sitandin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag li ser dozên FETOyê jî wiha agahî dan:
"Endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî di dozên hewla derbeyê û endamtiya rêxistina terorê da ji sedî 99 li gor stratejiya parastinê ya rêxistinê tevdigerin.
Komîsyona Lêkolîna Dosyeyên Rewşa Awarte dest bi wezîfeyê kir, serîlêdan îro diqede. Bo komîsyonê 98 hezar û 252 serîlêdan pêk hatine. Ev yek dide nîşan ku hema hema hemû kesên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin, serî li komîsyonê dane."
Der barê pêwendiyên di navbera Tirkiye û Almanyayê da jî got:
"Der barê Tirkiyeyê de evqas axaftin ji bo welatiyên me yên li wir dijîn û ji bo pêwendiyên bi Tirkiyeyê re zirar e. Me ev dît. Di hilbijartinên siyasî de ewê çawa bersivê bidin gelê xwe, pirsgirêkên navxweyî yên li welatê xwe û pirsgirêkên navneteweyî wê çawa çareser bikin bila der barê van de biaxivin. Bila li ser van mijaran rayê hildin, lê wisa nakin. Ez hêvî dikim piştî hilbijartinê ewê bi aqlekî selîm tevbigerin û ev pêwendî wê normal bibin. Di vê mijarê de hêviya min ev e."
news_share_descriptionsubscription_contact
