Abdullah Tel,Haydar Şahin,Ahmet Aydın
18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê Peter Cook der heqê xilaskirina gundê Dabiqê da li bakurê Sûriyeyê dikeve û ji bo DEAŞa rêxistina terorê ji hêla sembolîk va girîng e û got: "Em hêzên tirk û muxalifên sûriyî yên ji bo xilaskirina şêniyên Dabiqa ku di bin kontrola DEAŞê da bû, pîroz dikin."
Peter Cook di civîna çapemeniyê ya rojane da bal kişand ser rizgarkirina Dabiqê ya ji DEAŞê û wisa dest bi civînê kir.
Cook diyar kir ku bi taybetî ji bo kordinasyona di navbera Tirkiye û DYAyê ya di sitandina Dabiqê zehf kêfxweş in û wiha got: "Em ji bo hêzên mixalif ên Sûriyeyê û Tirkiyeyê ji ber ku tevlî operasyona xilaskirina Dabiqê bûn li çepikan dixin."
Cook destnîşan kir ku li dorberê Dabiqê DAEŞê ber xwe da, endamên rêxistinê revîn, ji ber vê jî kêfxweş in û wiha axivî: "Revîna wan kêmbûna hêza wan û rewşa DEAŞê ya Sûriyeyê nîşan dide."
- Wezareta Karên Derva ya DYAyê jî memuniyeta xwe diyar kir
Wezareta Karên Derva ya DYAyê jî diyar kir ku ji ber ku Dabiq ji destê DEAŞê hat xilaskirin zehf kêfxweş in.
Berdevkê Wezaretê Mark Toner di brifîngê da li ser rizgarkirina Dabiqê ji destê DEAŞê got, “Tirkiyeya hevpeymanê me û hêzên mixalifên sûrî yên ku hevpeymanî li DEAŞê piştgiriya wan dike Dabiq kontrol kirine, ev jî ji me ra sedema kêfxweşiyê ye.”
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, gundê Dabiqê û bajarokê Soranê ji DAEŞê stendibû. Dabiqa ku navê wê li organa weşanê ya DEAŞê hatiye kirin, ji bo rêxistinê xwedî girîngiyeke sembolîk e. Rêxistin di wê baweriyê da ye ku wê li Dabiqê li dijî hêzên nemisilman cengekê bike û wê ew jî bibe destpêka qiyametê.