ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Hiqûqê ya Stenbolê ya Navneteweyî da axivî.
Erdogan rewşa tehdîda terorê ya li ser sînorê Sûriyê bi bîr xist û wiha axivî:
Serokomar Erdogan: "Sînorê me û Sûriyê 911 kîlomêtre ye. Lêbelê yên ku eleqeya wan bi Sûriyê tuneye ketina wan a Sûriyê heq e, lê ku behsa me tê kirin dibêjin 'Esedê qatil gazî we nekiriye, hûnê çima herin wê derê?'. Qusûrê nenhêrin em ê herin. Lewra heke ku em di bin tehdîda terorê da bin, heke ew welat me bi topên hawanê va, bi roketan va tehdît bike, em ê herin. Jixwe hûn têgehên vê yên hiqûqê baştir dizanin. Hûn jê ra dibêjin parastina nefsî, hûn jê ra çi dibêjin bibêjin. Û em ketinê."
Serokomar Erdogan qala operasyona Mûsilê kir û wiha got: "Wa ye niha operasyonên Mûsilê dest pê kirin. Me ji wan ra got. Vêga Sererkanê min li Amerîkayê ye. Bi muxatabê xwe ra hevdîtin kirin. Qasî saetek berê me ji Amerîkayê pê ra xeberda û niha em kîjan gavan davêjin, me ev xeberda. Û me jê ra jî qala heman tiştî kir. Binêrin, di operasyoneke ku tê da Tirkiye tunebe, li qusûrê mêze nekin em ji encamên wê jî berpirsiyar nînin. Emê di operasyonê da jî û li ser maseyê jî hebin. Ne pêkan e ku em li dervayê vê bimînin. Ji ber ku li vir bona me dîrokek veşartî ye."
Serokomar Erdogan der heqê baregeha leşkerî ya Başîkayê ku nêzî Mûsilê ye da jî wiha axivî
"Li Mûsilê niha birayên me hene. Ereb, tirkmen, kurd, li wir birayên me hene. Dîsa ber bi bakur ve dema nêzîkî sînor dibî, li wir jî xizm hene. Ne mumkune ku em li vir bêtesîr bisekinin. Dibêjin 'ji Başîqayê derkevin'. Bila tu kes bendê nemîne ku emê Başîqayê derkevin. Em li Başîqayê ne û heta niha me li hember rêxistina terorê her cure operasyon kirine û em dikin jî."
Serokomar Erdogan bal kişand ku ji bo têkoşîn bi DEAŞa rêxistina terorê ra were dayîn li Başîkayê hêzên herêmê tên perwerdekirin û wiha dewam kir:
"Heger mesele têkoşîna dijî terorê be, yê ku di serî da li kampa Başîqayê têkoşîn dan em in. Me li kampa Başîqayê birayên xwe yên ji Mûsilê perwerde kirin da ku bi rêxistina terorê DEAŞê ra şer bikin. Bi heman awayî yê ku Pêşmerge perwerde kirin jî em in. Heger ev nebûna, we îro li vir kadroyeke têkûz nikaribû peyda bikira da ku niha bi rêxistina terorê DEAŞê ra şer bikira."
Serokomar Erdogan destnîşan kir, Tirkiye li dij e ku li Mûsilê şerekî mezhebî derkeve û wiha dewam kir: "Ji ber ku pê beled in emê dafika şerê mezhebî ya ku bi hinceta DEAŞê dixwazin daynin, xerabikin, loma pêkutiyê dikin û naxwazin welatê me beşdarî operasyona Mûsilê be. Loma naxwazin em bikevin wir. Me ji wan ra jî heman tişt got. Em nikarin ji şerekî Sunnî-Şîe ra bêjin 'erê'."
Serokomar Erdogan bal kişand ser hemû rêxistinên terorê û wiha got:
"Di mijara têkoşîna terorê da ya ku herî zêde em li ser disekinin ew e ku li dijî hemû rêxistinên terorê helwesteke rêk û pêk were nîşandan. Welatên ku rêxistinên terorê ji bo armancên xwe yên stratejîk wek navgîna berdest dibînin û piştgiriyê didinê, piştgiriya siyasî û leşkerê didinê em wan bi awayekî semîmî îqaz dikin û em ê îqaza xwe bidomînin jî. Ez cardin dubare dikim. Rêxistinên terorê wek bumerangê ne. Di dawiya dawiyê da tê û yên ku ew bi kar anîne jî dide. Heta ku li qada navneteweyî li dijî terorîzmê tevkariyeke biryardar û rêk û pêk neyê kirin, ne pêkan e ku ev pirsgirêk çareser bibe."