29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ANKARA (AA) - Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê mijarên di rojevê da xeberda.
- Bi bihayê 2 milyar û 700 milyon lireyî rê li ber qaçaxcîtiyê hat girtin
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Tufenkcî der barê daneyên qaçaxcîtiyê yên li deriyê sînor û gumrukê da wiha got: "Di sala 2015an da bi wesîleya deriyên sînor û gumrukê yên li Tirkiyeyê bi bihayê qederê 2 milyar û 700 milyon lireyî rê li ber qaçaxcîtiyê hat girtin. Di çarîka ewil a îsal da jî bi bihayê 752 milyon lireyî eşyayên qaçax û ji tonekî zêdetir jî hişbir hat qefaltin."
Tufenkcî der barê xebatên ku ji bo esnafên di bûyerên terorê da zirar dîtin da wiha xeberda: "Bajar ji endamên rêxistina terorê tên paqijkirin û li pey wan mal, xanî û dikanên xerabûyî û esnafên ku zirar dîtine dimînin. Ji bo ku zirar werin çareserkirin xebat û sepandinên alîkariya kirê, tesbitkirina zirarên esnafan, alîkariya neqdî, prîmên ewlehiya civakî, ji bo salekê paşxistina deynên bacê, 30 hezar lire alîkariya bêfaîz a ji bo esnafan û li herêmên ku bûyer lê hene hêsankirina şert û mercên krediyê tên meşandin."
Tufenkcî destnîşan kir ku çêkirina dikanên ku xera bûne jî di rojevê da ye û wiha got: "Armanca me ew e ku jiyana civakî û ticareta li herêmê berdewam bikin."