Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan diyar kir ku rêxistina paralel a ku dijminê pêvajoya çareseriyê ye û HDP di nav hevkariyê de ne û got: "Ev rûreşiyek e û dê neyê jibîrkirin. HDP bi lobiyên ku li dijî Pêvajoya Çareseriyê ne, bi dijminên pêvajoya çareseriyê re, bi CHPya neteweperest re têkiliyan datîne û ev dê siberojê derkeve pêşiya wan."
Akdogan di vekirina Kûluba ciwaniyê ya Anadoluyê ya li Çayyoluyê de axivî û got HDP û CHPyê piştgirî nedan pêvajoya çareseriyê.
Akdogan got "HDP wek rêxistina taşeron a CHPyê ye" û wiha axivî: "Dijminê pêvajoya çareseriyê ye û HDP di nav hevkariyê de ye. Ev rûreşiyek e û dê neyê jibîrkirin. HDP bi lobiyên ku li dijî Pêvajoya Çareseriyê ne, bi dijminên pêvajoya çareseriyê re, bi CHPya neteweparêz re têkiliyan datîne û ev dê siberojê derkeve pêşiya wan. Digel van hemûyan em mecbûr in ku Tirkiyeyê pêş bixin. Em mecbûr in ku ewlehî û îstiqrarê berdewam bikin."
Akdogan got ku partiyên ku nikarin bên bal hev di hilbijartinên herêmî û serokomariyê de hatin bal hev û wiha axivî: "Kesên ku heta duh her tişt ji hev re digotin, 'ez eniya fesadiyê' dibêjim, bloka statukoyê tu tişt nema ku nekirin. Serî li her rêyê dan lê nekarîn ku serê AK Partiyê bitewînin. Ji ber ku gel ligel AK Partiyê ye. Niha partiyeke biçûk jî dan li pey xwe. Gotin ku 'em vê carê bi ser ketin' lê dê bi ser nekevin. Çiqasî dixwazin jimarê bila ew qasî zêde bikin, dema bi sifirê re li hev dikin encam naguhere. Berî her tiştî divê mirov samîmî be, divê durist bin, niyetbaş bin."
Akdogan got hilbijartina 7ê hezîranê heyatî ye, ji aliyekî ve kesên dixwazin ku vegerin Tirkiyeya berê, ji aliyê din ve kesên dixwazin ku Tirkiyeya nû ava bikin hene.
Akdogan got ji bo ku îcraetên di heyama 12 salî de, ewlehî û îstiqrar mayînde be, pêvajoya çareseriyê ser bikeve, destûra bingehîn a nû bê çêkirin û Tirkiyeya nû pêş bikeve divê AK Partî di vê hilbijartinê de bi awayekî hêzdar bi ser bikeve.
Akdogan destnîşan kir ku AK Partî dewleta civakî tetbîq kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Feqîr, belengaz, kal û pîr, astengdar AK Partî li van hemû mirovan xwedî derket. Kesên ku zarokên wan ên astengdar hebûn berê difikirîn 'heke ez bimirim dê kî li zarokên min binêre?" Niha tu kes wiha nafikire. Ji ber ku dewlet li wan xwedî derdikeve, dewlet bi wan re eleqedar dibe. AK Partî hem bû dengê gur ê mezlûman hem jî bû dengê xerîbên li Tirkiyeyê."