Fatih Gökbulut
31 Adar 2026•Rojanekirin: 02 Nîsan 2026
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Şaredarê Uşakê Ozkan Yalimê ku ji ber sûcên "bi armanca sûcê avakirina rêxistinê", "di îhaleyên sazî û dezgehên kaumyê da derxistina fesadê", "bi rêta îcbarê îrtikab û bertîlê" hat girtin ji peywir hat dûrxistin.
Di daxuyaniya ji ser hesabê NSosyalê ya Wezaretê da ev hatin gotin:
"Şaredarê Uşakê Ozkan Yalimê ku di çarçoveya lêpirsîna ji ber sûcên bi armanca sûcê avakirina rêxistinê", "di îhaleyên sazî û dezgehên kaumyê da derxistina fesadê", "bi rêta îcbarê îrtikab û bertîlê" der heqê wî da dihat birêvebirin da bi biryara Dadgeriya Cezaya Silhê ya 5emîn a Stenbolê hat girtin, li gor madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyan a bi nimreya 5393 wek tevdîra berwext ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va ji peywirê hat dûrxistin."