İrem Demir
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Nîjerê Ebdurrehman Tchiani ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, di axaftinê da her du pêşeng li ser têkiliyên dualî yê Tirkiye û Nîjerê û mijarên herêmî sekinîn.
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew xurtkirina têkiliyên Tirkiye û Nîjerê girîng dibîne, Tirkiye wê ji her alî va ligel Nîjerê be û wisa dewam bike.
Erdogan destnîşan kir ku di navbera her du welatan da vejen, madenkarî û parastin di serî da ew ê avêtina gavan bidomînin ku di gelek qadan da tevkarî xurt bibe.