Mümin Altaş
01 Îlon 2025•Rojanekirin: 02 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra hevdîtin kir.
Erdogan ji bo Civîna 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Tîencîna bajarê Çînê ye û di çarçoveya civînê da hevdîtinan didomîne.
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Meyciangê bi Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ra hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran jî beşdarî hevdîtinê bû.
- Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Pezeşkiyan da daxuyanî da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra da diyar kir ku hevkariya Tirkiye û Îranê ya di gelek waran da, bi taybetî jî ya di warê vejenê da xizmeta berjewendiyên hevbeş dike.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Seokomar Erdogan ê ku ji bo Civîna 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li Komara Gel a Çînê ye û Serokomarê Îranê Pezeşkiyan da daxuyanî da.
Hat gotin di hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Pezeşkiyan da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Îranê û mijarên herêmî û cîhanî hatin axaftin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku hevkariya Tirkiye û Îranê ya di gelek waran da, bi taybetî jî ya di warê vejenê da xizmeta berjewendiyên hevbeş dike.
Erdogan anî ziman ku meşandina mizakereyên nukleerê yên Îranê bifeyde ye û Tirkiye di vê mijarê da wê piştgiriya xwe ya ji bo Îranê bidomîne.
Her wiha di hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Pezeşkiyan da rewşa dawîn a li Sûriyeyê, êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û pêvajoya aştiyê ya li Kafkasyaya Başûr jî hatin gotûbêjkirin.