Sefa Mutlu
11 Îlon 2022•Rojanekirin: 12 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, her du pêşeng di axaftinê da li ser rewşa dawîn a lehiya li Pakistanê rabû û fealiyetên alîkariyê yên Tirkiyeyê sekinîn.
Serokomar Erdogan di axaftinê da daxuyand ku ew têkoşîna felaketa lehiyê ya li Pakistanê ji nêz va dişopîne, li gor têkiliya biratiyê Tirkiye seba piştgiriyê seferber bû.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku gelê Tirk jî ligel birayên xwe yên Pakistanî ne, ji bo pêçandina birînên Pakistanê çi ji destê wan tê, wê bikin.
Serokwezîrê Pakistanê Şerîf jî ji bo piştgiriyê spasiya dewleta Tirk û gelê wê kir.