Türkan Tosun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tayebetmendiyeke cuda ya vê hilbijartinê heye. Bi vê hilbijartinê va Tirkiye şoreşeke demokratîk dike. Derbasbûna sîstema serokatiyê cara ewil bû nesîbê me."
Erdogan ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an raya xwe li Uskudarê li Dibistana Navîn a Saffet Çebî da.
Piştî raydayînê Erdogan daxuyanî da çapemeniyê û spasiya endamên lijneya sandoqê kir.
Serokomar Erdogan got heta niha 150yî zêdetir hilbijêrî di sandoqa ku wî ray daye de rayên xwe bi kar anîne û got wisa xuya dike ku beşdariya hilbijartinê zêde ye.
Erdogan wiha axivî: "Beşdarî baş dixuyê, agahiyên min ji hemû Tirkiyeyê hildan jî vê nîşan didin. Li dinyayê welatên herî pêşvaçûyî jî di hilbijartinan de beşdarî dadikeve ji sedî 30yî, Tirkiye ji wan hemûyan derbas bûye. Di hilbijartinên dawîn de ji sedî 85 beşdarî nîşan dide ku demokrasiya li Tirkiyeyê çawa pêşva çûye. Lê tayebetmendiyeke cuda ya vê hilbijartinê heye. Bi vê hilbijartinê va Tirkiye şoreşeke demokratîk dike. Derbasbûna sîstema serokatiyê cara ewil bû nesîbê me. Tirkiye bi sîstema serokatiyê va êdî di nav şaristaniyên hemdem de derdikeve asteke girîng. Bi bilindbûna vê astê va înşallah welatê me pêvajoya li dû tê bêyî ku bikeve tora olîgarşiya demokratîk, wê bi awayekî rehet bidomîne. Ez ji vê bawer dikim. Ji ber vê beşdariya zêde ya welatiyên min hesasiyetek e, ez vê bawer dikim. Ez ji dil û can silav, hezkirin û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe dikim."
Erdogan got li gor agahiyan heta niha li giştiyê Tirkiyeyê pirsgirêkeke cidî tune û wiha dewam kir: "Li ser xêrê be. Ji bo gelê me jî înşallah bibe wesîleya heyameke nû."
Serokomar Erdogan daxuyand ewê qismekî encamên hilbijartinê li Stenbolê, qismekî wê jî li Enqereyê bişopîne.