Mümin Altaş
11 Sibat 2026•Rojanekirin: 11 Sibat 2026
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîçotakîs qebûl kir.
Serokomar Erdogan li ber derê daketinê ya Kuliyeya Serokomariyê pêşwaziya Mîçotakîs kir.
Erdogan û Mîçotakîs li merdîwenan li ber alaya Tirkiye û Yûnanistanê wêne kişandin. Serokomar Erdogan paşê derbasî hevdîtina bi Mîçotakîs ra bû.
Erdogan û Mîçotakîs piştî hevdîtina dualî dê serokatiya Rûniştina Hevdîtina Di Navbera Heyetan da a Hevkariya Ast Bilind a 6emîn a Tirkiye-Yûnanistanê bikin.
Serokomar Erdogan û Mîçotakîs paşê dê derbasî merasima îmzekirina peymanan bibin û daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar bidin.
Di vê navberê da Mîçotakîs dema hat hevdîtinê destê xwe da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran û Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û destê wan guvaşt.
Wezîrê Karên Derva Fîdan, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Kiliç jî beşdarî hevdîtinê bûn.