Abdullah Sarica,İsmet Karakaş
11 Sibat 2026•Rojanekirin: 11 Sibat 2026
Akin Gurlekê ku bi Biryara Serokomar a di Rojnameya Fermî da hat weşandin bû Wezîrê Edaletê peywir ji Yilmaz Tunç hilda.
Digel Gurlek û Tunç burokratên wezaretê jî beşdarî merasima dewir teslîmê ya li Wezareta Edaletê hat lidarxistin bûn.
Tunç di merasimê da axivî û got ku di 4ê hezîrana 2023yan da bi teqdîra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû Wezîrê Edaletê û îro jî bi serbilindî peywira xwe dewrî Gurlek dike.
Tunç got ku meqam "emanetên gel in" û di peywira wî ya nû da ji bo Gurlekê ku dema Alîkarê Wezîr bû bi hev ra dixebitîn serkeftin xwest.
- "Em ê di têkoşîna dijî sûcê da helwesta xwe ya bêtewîz bidomînin"
Akin Gurlek jî spasiya Serokomar Erdoganê ku peywira Wezîrtiya Edaletê dayê û ji bo keda wî ya heta îro jî spasiya Yilmaz Tunç kir.
Gurlek got ku guherîna peywirê "pêşbaziya alayê ye" û da zanîn ku dê hewl bide ku emanetê hê bêtir pêş bixe.
Gurlek û Tunç piştî axaftinan kulîlk teqdîmê hev kirin.
Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Faruk Acar û Halît Yerebakan û Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Eyyup Kadîr Înan jî beşdarî merasimê bûn.