16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi merasima fermî li Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê pêşwazî kir.
Suwariyan li kolana li pêşiya Kuliyeya Serokomariyê li Ruhanî pêşwazî kir û hetanî deriyê protokolê pê ra hatin.
Serokomar Erdogan li pêşiya deriyê mezin ê Kuliyeya Serokomariyê li Ruhanî pêşwazî kir. Piştî û Erdogan û Ruhanî derbasî ciyên xwe yên li rasta merasimê bûn, 21 parê top hat avêtin û sirûda neteweyî ya herdu welatan hat lêxistin.
Ruhanî di Qiteya Merasimê ya Alaya Mihafizan bi tirkî got "merheba esker" û selam da wan. Di merasimê ala û leşkerên ku 16 dewletên tirkan temsîl dikin jî hebûn.
Piştî ku heyetên herdu welatan hatin teqdîmkirin Erdogan û Ruhanî li ser pêlekanan li ber alayên Tirkiye û Îranê merheba kirin û poz dan rojnamevanan.
Erdogan û Ruhanî piştî merasimê derbasî civînê bûn.