Elif Irmak
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dê sibê li ser rewşa li Sûriye û Lîbyayê hevdîtinê bikin.
Di daxuyaniya ku ji Qesra Kermlînê hat dayîn da hat ragihandin ku Putîn ji bo ku beşdarî merasima vekirina xeta boriya xaza sûrîştî ya TurkAkimê bibe dê sibê ji bo Stenbolê ziyareta xebatê bike.
Di daxuyaniyê da hat gorin ku herdu serok dê bên bal hev û wiha hat gotin: "Tê plankirin ku di hevdîtinan da li ser bêtir pêşxistina hevlatiya Ûris-Tirkiyeyê, rewşa li Sûriye û Lîbyayê jî di nav da pirsgirêkên di rojevê da bên mizakerekirin."