Buğrahan Ayhan
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Sirbistanê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin axaftin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku dostanî û piştevaniya di navbera herdu welatan da xurt bû, Tirkiye hêvî dike ku li Sirbistanê hikûmeta nû demildest bê avakirin, aştî û îstiqrar dewam bike û dê bi hikûmeta nû ya dê bê avakirin ra pêşxistina têkilyên dualî bidomînin.
Erdogan got hêvî dikin ku di serî da pîşesaziya parastinê hewldana ji bo zêdekirina hevkariya di navberda herdu welatan da tê dayîn di demek nêz da encam bide.
Serokomar Erdogan got ku ji ber qezaya lku Vucîc di 8ê sibatê da bi wesayîta xwe ya meqaê kir xemgîn e û got ku derbasî be.
Serokomarê Sirbistanê Vucîc jî rojbûna Serokomar Erdogan pîroz kir.