Fatih Gazioğlu
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê li meqama Bahçelî civiyan.
Serokwezîr Yildirim piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê çû meqama Nacî Bostanciyê wekî Serokê Koma Meclisê ya AK Partiyê ku hatibû hilbijartin ziyaret kir.
Yildirim piştî Bostanci derbasî meqama Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê ya li meclisê bû. Yildirim li vê derê bi qasî 15 deqîqeyan bi Bahçelî ra civiya.
Yildirim piştî ziyaretê li ser pirsa rojnamevanekî ya "Ziyareteke bipilan bû yan na?" da wiha got: "Me hevdîtineke ku li rêzê kir."
Serokwezîr Yildirim piştra bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hat bal hev.