28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî bernameya "Serokwezîr bi ciwanan ra tê bal hev" ya ku li Navenda Çandê ya Kocatepeyê hat çêkirin bû û li vir axivî.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ji bo ciwanan derketine rê û wiha xeberda: "Em ne ji bo kesên ku çavkorî dibin û me dişopînin, em ji bo kesên ku wê ji me zêdetir bixebitin derketine rê. Em ne ji bo fikr û gotinên dogmatîk, ji bo ku baweriyên xwe bi fikrê dewlemend bikin derketine rê. Kesên ciwan li pey dem û statukoyê naçin. Li pey statukoyê nekevin û nehêlên hêzên ku xwe di pişt statukoyê da xwe vedişêrin tesîrê li we kin."
Davutoglu bangî ciwanan kir ku herin ser sindoqan û wiha xeberda: "Hêzên tarî yên ku xwe di pişt dafik û şebekeyên terorê da vedişêrin dixwazin welatê me bêhêz bikin. Dixwazin dest daynin ser pêşeroja we. Ez wek mamoste vê ji we dixwazim: Ray bidin AK Partiya ku hêzê dide Tirkiyeyê û îtibara wê zêde dike. Lîstikê xera bikin û pêşeroja xwe ronî bikin."
Davutoglu diyar kir ku divê Tirkiye piştî hilbijartina 1ê sermawezê li Tirkiyeyê rêvebiriyeke biîstiqarar hebe û wiha got: "Ji bo ku xizmetên AK Partiyê ku partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye dewam bikin û îstiqrar dewam bike, ev pêwîst e. Mixalefet dikare bi hesabên biçûk dema xwe derbas bike, lê karê me zehf e."