Fatih Gazioğlu
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ULANBATOR
Serokwezîr Yildirim ji aliyê Khurelsukh Ukhnayê Serokwezîrê Moxolistanê ve bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Merasim li Meydana Cengiz Xan hat kirin. Piştî ku herdu serok derbasî cihê xwe bûn marşên herdu dewletan yên neteweyî hatin xwendin.
Serokweîzr Yildirim piştra slav da Yekîneyên Siwarî yên Eskerî.
Yildirim û Ukhna piştî wêne kişandin ji bo civînê derbasî cihê hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinên lijneyan herdu serok wê beşdarî îmzekirina peymanan bibin.
Di ziyaretê de Arîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan jî cih girtin.