ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz li ser banga parlementerên mixalefetê ya ji bo îstifayê wiha got: "Banga îstifayê ji bo partiya mixalefetê daxwazeke maqûl e. Nebêjin ku ez vê nanirxînim. Ez mirovekî xwedîprensîb im û min ev jî ragihand Lijneya Wezîran. Min li Somayê ragihand."
Yildiz di civîna Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê ku budçeya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî dihat gotûbêjkirin de pirs û rexneyên parlementeran bersivand.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Yildiz der barê banga îstifayê ya parlementerên mixalefetê de wiha got: "Banga îstifayê ji bo partiya mixalefetê daxwazeke maqûl e. Nebêjin ku ez vê nanirxînim. Ez mirovekî xwedîprensîb im û min ev jî ragihand Lijneya Wezîran. Min li Somayê ragihand. Ez ê careke din jî pêşniyaza 13 hevalên xwe yên ji partiya mixalefetê bi Serokwezîrê xwe re parve bikim. Di vê mijarê de ya herî hêsan îstifakirin e. Yên ku min nas dikin dizanin ez çawa li pere û meqaman dinihêrim. Ya girîng ew e ku meriv êşa gel fehm bike û bi wan re bigirî. Ev jî ji bo min wezîfeyeke însanî ye. Ez dizanim ku di nav veberhênanên girîng de axaftina li ser tiştên wiha jî ji bo mixalefetê firsendek e û ev ji bo min tiştekî ecêb jî nîne."