26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî bernameya paşîvê ya Şaxa Ciwanên Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê bû û li wir axivî.
Yildirim di bernameya li Yenîkapiyê de behsa giringiya bajarê Stenbolê kir û got ku Şaxa Ciwanan a Stenbolê xebatên baş dike.
"Der barê zagona nû û sîstema serokatiyê de hewcedariya civakê agahiyê heye"
Yildirim got ku şaxa ciwanan gel tîne li ba hev û wiha dewam kir: "Zagona nû û sîstema serokatiyê bi slogana 'Ciwan zagoneke nû dixwazin' ve tê vegotin. Der barê zagona nû û sîstema serokatiyê de hewcedariya civakê bi agahiyê heye. Anket vê nîşan didin. Piştgiriyeke mezin ji bo sîstema serokatiyê heye, lê der barê hurgiliyan de me zêde gav neavêtine. Ji ber wê ciwanên me derî û derî, bajar û bajar, navçe û navçe, gund û gund bigerin û wê behsa zagona nû û sîstema serokatiyê bikin. Em ê bibêjin ku sîstema serokatiyê meseleyeke şexsî nîne, meseleya Recep Tayyîp Erdogan nîne. Sîstema serokatiyê dahatûya Tirkiyeyê ye."
"Yên ku bi devê terorîstan ve diaxivin wê encama wê jî bibînin"
Serokwezîr Yildirim got ku ew li hember terorê tekoşînê didin û wiha dewam kir: "Gava duyem a vê tekoşînê ew e ku divê em alîkariya ciwanan û welatiyên ku li herêmê dijin bikin. Em ji bîr nekin ku li Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê ji sedî 50yê nifusê ji 29 salan biçûktir e, yanê ji sedî 50î ji ciwanan pêk tê. Ji ber wê berpirsyariya me pir zêde ye. Em nikarin bibêjin em kesên li Stenbolê çi dikeve li ser milê me, em dikin. Stenbol di heman demê de lokomotîfa Tirkiyeyê ye, dahatûya Tirkiyeyê ye û qedere Tirkiyeyê diyar dike."
Li ser slogana "em li meclisê terorîstan naxwazin" Yildirim wiha got: "Ciwanno meraq nekin. Yên ku xeletiyê dikin wê hesabê vê bidin. Qet meraqan nekin. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, bila tu kes forsê neavêje. Hiqûq ji bo her kesî lazim e. Ji ber wê gotinên 'em naçin îfadedayînê, em hiqûqê nas nakin' nabe. Yên ku bi devê terorîstan ve diaxivin, wê encama wê jî bibînin. Ji bilî vê tu rê tune."