25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 27 Hezîran 2016
MARDÎN
Wezîrê Parastinê Fikrî Işik bi parlementer, şaredar, nûnerên sazuyên civakî yên sivîl û partiyiyan re Serokatiya Bajêr a Mêrdînê ya AK Partiyê ziyaret kir û bi partiyiyan re hevdîtin kir. Işik di axaftina xwe ya vir de got ku Projeya Pireya Dil a ku di navbera Mêrdîn û Kocaeliyê de çêbû projeyekî xweşik e.
Işik destnîşan kir ku di van axan de ji hezar salî zêdetir e ku di nav biratiyê de dijîn, ev ax ne axên wisa ne ku lê fitne û fesad, cudahî û nîfaq derdikeve lê belê axên wisa ne ku tenê biratî lê derdikeve.
- "HDPê qîmeta dengên ku sitand nezanî"
Işik qal kir dema ku rêxistina terorê ev helwest nîşan da divê HDPya ku gelê herêmê piştgiriyeke mezin dayê helwesteke diyar nîşan bidaya û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Divê wê rojê derketa û bikaribiya bigota ku 'kirina we xelet e. Hûn bi tu mafê nikarin ku gule berdin polêsê ku di nivînên xwe de razaye. Hûn nikarin dîsa Tirkiyeyê bixin nav gerîneka terorê. Em vê qebûl nakin, gel ji bo vê yekê deng neda me. Gel ji bo ku em dawî li vê karê bînin, li herêmê aramî û aştiyê bikin serdest deng da me'. HDPê qîmeta dengên ku sitand nezanî. Mêrdîn jî di nav de ew piraniya dengên ku hatibûn dayîn ji bo ku li herêmê aramî çêbe, biratî xurt bibe, herêm pêş bikeve û hêzdar bibe hatibûn dayîn. Lê belê HDPê ev yek fehm nekir an jî nexwest ku fehm bike. HDP şûna ku vê yekê bike pêngavên ku kirinên rêxistina terorê meşrû dike avêt, gotin gotin û bû sedem ku li herêmê pirsgirêkekî gelekî mezin dest pê bike."
- "Tirkiye dê têkoşîna xwe ya dijî terorê berdewam bike"
Işik qal kir ku di têkoşîna dijî terorê de qanûnekî gelekî girîng derxistin, hin encamên gelekî girîng ên qanûnê hene.
Wezîr Işik da zanîn ku Tirkiye tu carî venegera salên 90î dê ji niha pê ve jî tu carî venegere û wiha axivî: "Em bi israr hewl didin ku vê nêrînê çêkin. Tirkiye dê têkoşîna xwe ya dijî terorê berdewam bike. Hêzên me yên ewlehiyê dê têkoşîna xwe ya dijî terorê berdewam bike lê dê vê tam jî di nav sînorên dewleta hiqûqê de û di nav pergala demokratîk de çêke. Bi operasyonekî nêrînê hewl didin ku têkoşîna ku vir tê dayîn bêîtibar bikin. Niha pirsgirêka herî mezin li Nisêbînê ye ne wisa?"
- Operasyon ji bo gelê herêmê ne
Işik destnîşan kir ku dê bi tu awayî ji demokrasî û pêngavên demokratîk tewîz nedin, operasyonên ku tên kirin ji bo aramî û gumrahiya gelê herêmê û welêt e û diyar kir ku dema ku Tirkiye ji terorê xilas bibe dê Mêrdîn gelekî lez pêş bikeve.